Seta Folklora Kurdan

35,64  33,15 

40% Serkeftina Hilberê

Kargoya belaş

Kirîna ewledar

SKUWARDOZ-54
Status2 Di stokê de he ne

Di nav setê de 4 berhemên li ser folklora kurdan hene

1.Gotinên Pêşîyan (248 rpl.)
2.Zargotina Kurdên Sûrîyeyê (424 rpl.)
3.Çima Deve Xeyîdî? (120 rpl.)
4.Sêxiştîyên Kurmancî Xorasan (176 rpl.)

Gotinên Pêşîyan

Di vê pirtûkê da, nêzî heşt hezar gotinên pêşîyan li gorî hin mijaran hatine tesnîfkirin. Cara ewil e ev awa, bi berfirehî li ser gotinên pêşîyan tê ceribandin. Bi xêra vê xebatê, mirov fam dike bê ray û ramana Kurdan a li ser hinek term û têgihan bi çi awayî ye. Kurd, li ser “dil û evîn”ê çi dibêjin, li ser “başî û qencî” û “xirabî”yê çi dibêjin, li ser “aqil”î, li ser “gumanbarî”yê çi dibêjin? Hûn ê di vê pirtûkê da bersiva gelek pirsên bi vî awayî bibînin. Celîlê Celîl û birayê wî Ordîxanê Celîl, piştî xebata dûdirêj ev gotin kom kirine û ji me ra beş bi beş ji hev veqetandine.

Zargotina Kurdên Sûrîyeyê

Ev pirtûka li ber destê we, ji vir 36 sal berê, bi xebateka qadê ya sînorkirî hatîye hazirkirin. Celîlê Celîlî, di sala 1982’an da berê xwe daye herêma Efrîn û Qamişloyê û li wê derê bi qasî sê mehan bûye mêvan. Bi dengbêjan ra civat gerandîye, kilam û stran berhev kirine û gelek caran guh daye çîrok û serpêhatîyên wan. Dîsa li wan deran mal bi mal gerîyaye, mamik û zûgotinok jî berhev kirine. Ev pirtûk ji du beşan pêk tê, di beşê ewil de destan, beyt û serpêhatîyên wan hene, di beşê diduyan da jî stran, mamik û zûgotinok hene.

Çima Deve Xeyîdî?

Di vê pirtûkê da 21 çîrokên aqilane û balkêş ên folklora Kurdan hene. Ji van çîrokan her yek aqilekî û dersekê dide me. Hinek pirsa başîyê dikin, hinek berê me didin tifaqê, hinek qîxx rastî û heqîyê radixin ber çavan, hinek qîxx xebat û xîretê. Malbata Celîlan bi salan e ku berhevkarîya folklora Kurdan dikin. Celîlê Celîl, ji nav baxê folklora Kurdan ev çîrok neqandine û ji bo her kes sûd jê bigire, bi zimanekî sade û folklorîk ew ji nû ve nivîsîne.

Sêxiştîyên Kurmancî Xorasan

Sêxiştî, di nava folklora Kurdan da li seranserê Kurdistanê û dîyasporaya wê da hunereka pir hezkirî û belavbûyî ye. Herçiqas ji hev piçekî cihê bin jî, heyranok, dilok, dûrik, sêrêzî ji malbata sêxiştîyan in. Celîlê Celîl û Gulî Şadkam, di sala 2011’an da li Xorasanê gund bi gund, kon bi kon gerîyane û wan ev sêxiştî kom kirine.

Ev xebat, ji 1701 sêxiştîyên herêma Xorasanê pêk tê. Sêxiştî, ji sê rêzan pêk tên û li ser mijarên cur bi cur tên gotin, bi teql û rîtmîk in. Di sêxiştîyan da her du rêzên pêşîn bi awayekî xurt bi hev ve têkildar in û di bîra stranvanan da bi hev ve girêdayî dimînin, ji hev naqetin. Rêza sisêyan, li Kur¬distanê, wekî adet azad e, ew giranîya naveroka stranê, nîyeta bingehîn digire ser xwe.

Agahî

Weight 1,20 lbs
Kategorî , , ,
Ziman
Weşanxane

Gihandin

Marshallstraße, 10 35394 Gießen.Hemî siparîş bi hejmareka DHL’yê ya şopandinê tên şandin. Kargoya siparîşên di ser 50 € re her car belaş e. Di dema erzankirin û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe. Di dema firotina bierzanî û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe.

Vegerandin

Mak pirtûk, di navbera 30 rojên kirînê de (14 rojên di dema firotanê de) guhertin û paşvegerandina berhemên xisarnedîtî qebûl dike, (lê) bi şertê hûn meqbûza resen nîşan bidin. Li welatê ku danûstandin lê hatîye kirin, li her dikana xwe, em vê xizmetê ji we re dikin. Karê paşvegerandina we bi pirranî di navbera hefteyekê an hefte û nîvekê tê kirin. Piştî me kar û barê paşvegerandina we temam kir, em ê ji we re emaîla agahdarkirinê bişînin. Piştî ku me karê paşvegerandinê dest pê kir, ji kerema xwe ji rojekê heta 3 rojên karî, xwe li me ragirin heta ku em paşvegerandinê digihînin forma resen a peredayînê.

Alîkarî

Eger pirseka te an şayîşeka te he be, haya me jê çêbike. Email: info@makpirtuk.de Telefon: (+49)-1575 0649613