Çar kitêbên Mele Xalitê Licî (Xalit Remo-Ayçiçek) ku bi awayekî manzûm û mensûr hatine nivîsandin, di navvê berhevokekê de cî digrin.
Mele Xalit, ne tenê bi gotin û şêweya xwe behsa xwe û demeke dûr dike, lê behsa demeke di rihê me de rûniştî dike, her wiha rovî û heywanên din jî dide xeberdan û rewşa me ya ziman û wêraniyê bi hostatiyeke mezin, bi helbestên qafiyekirî, bi ken û girî tîne ziman. Nivîskar bi awayekî gelekî mutewazi’ jî van gotinan li ser xwe dibêje:
“Ez di sala hezar û neh sed û sî û çaran de li qeza Licê, li Taxa Melan hatime dinê. Piştî temenê min giha heft salan, min dan berxwendina Erebî, heta ez bûm bîst salî min li gelek ciyan, li ba melan xwendegeh li gundan geh li Licê. Di sala hezar û neh sed û pêncî û çaran de çûm eskeriyê û di vegerê de çûm Licê û li gundekî bûm îmam heta hezar û neh sed û şêst û pêncan. Dû re min terka îmamiyê kir û ez hatim li Diyarbekrê dikanekê vekir û ez bûm saetçî. Ev bû çil û şeş sal ku ez vî karî dikim. Ez nebûm maldar û nebûm jar, şeş zarokên min hene û hemû jî zewicandî ne, bi kurtî ev e jiyana min.”
Gihandin
Gryphiusweg 12 68307 Mannheim.Hemî siparîş bi hejmareka DHL’yê ya şopandinê tên şandin. Kargoya siparîşên di ser 19.99 € re her car belaş e. Di dema erzankirin û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe. Di dema firotina bierzanî û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe.
Vegerandin
Mak pirtûk, di navbera 30 rojên kirînê de (14 rojên di dema firotanê de) guhertin û paşvegerandina berhemên xisarnedîtî qebûl dike, (lê) bi şertê hûn meqbûza resen nîşan bidin. Li welatê ku danûstandin lê hatîye kirin, li her dikana xwe, em vê xizmetê ji we re dikin. Karê paşvegerandina we bi pirranî di navbera hefteyekê an hefte û nîvekê tê kirin. Piştî me kar û barê paşvegerandina we temam kir, em ê ji we re emaîla agahdarkirinê bişînin. Piştî ku me karê paşvegerandinê dest pê kir, ji kerema xwe ji rojekê heta 3 rojên karî, xwe li me ragirin heta ku em paşvegerandinê digihînin forma resen a peredayînê.
Alîkarî
Eger pirseka te an şayîşeka te he be, haya me jê çêbike. Email: info@makpirtuk.de Telefon: (+49)-1575 0649613