Înan Eroglu vê carê doza du bêhnan li xwendevanên xwe dike: yek ji bo “Serpêhatiyên Înanolo” û ya din ji bo “Çîrokên Din”. Her dîsa bi wê meraqa xwe ya azmûnî ya di kitêba Têbîniyekê (2019) de, vê carê jî berê xwendevanên xwe dide erdên bi sur ên bi deng, rastî û xeyalan meyinandî. Helbet, tevî hin cihêrengiyan: serpêhatiyên têrbûyer, vegotin û zimanekî sade û siviktir mazûvaniya çîrokên vê kitêbê dikin.
“Li derve qarewara zarokan e. Hevalên wî bi gogê dilîzin. Simaîlo gazî dikiyê ji bo ew jî were bilîze. Bênamûso. Tew ketiye qelê. Ka bê çend golan naxwe. Çavê wî bi Silê dikeve. Ewiyê porgijik. Tu nabê viya bû ê par goga Şero şikand. Ewqasî jî wî xweşik li ber dabû, şayîk kiribû. Heyfa wî lê hat. Orhano ew ber bi hevalên bavê wî kişand. Xwe dabûn ber taldeya mala Hecî Şemso. Şeqşeqa xarên wan bû. Kesî hê xar li perekê çikandî nedabû. Ka xwezî bavê wî li wir bûya, wê bigota terreq îmana pere biçikanda. Heqet, bavê wî li kû bû?”
Gihandin
Marshallstraße, 10 35394 Gießen.Hemî siparîş bi hejmareka DHL’yê ya şopandinê tên şandin. Kargoya siparîşên di ser 50 € re her car belaş e. Di dema erzankirin û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe. Di dema firotina bierzanî û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe.
Vegerandin
Mak pirtûk, di navbera 30 rojên kirînê de (14 rojên di dema firotanê de) guhertin û paşvegerandina berhemên xisarnedîtî qebûl dike, (lê) bi şertê hûn meqbûza resen nîşan bidin. Li welatê ku danûstandin lê hatîye kirin, li her dikana xwe, em vê xizmetê ji we re dikin. Karê paşvegerandina we bi pirranî di navbera hefteyekê an hefte û nîvekê tê kirin. Piştî me kar û barê paşvegerandina we temam kir, em ê ji we re emaîla agahdarkirinê bişînin. Piştî ku me karê paşvegerandinê dest pê kir, ji kerema xwe ji rojekê heta 3 rojên karî, xwe li me ragirin heta ku em paşvegerandinê digihînin forma resen a peredayînê.
Alîkarî
Eger pirseka te an şayîşeka te he be, haya me jê çêbike. Email: info@makpirtuk.de Telefon: (+49)-1575 0649613