Serencema Mirinekê

7,38  6,27 
-15% Erzanî

ISBN: 9786054497881

40% Serkeftina Hilberê

Kargoya belaş

Kirîna ewledar

SKULIS-029
Status1 Di stokê de hene

Serencema Mirinekê Agahî

Serencama Mirinekê xelekeke girîng e ji zincîreya berhemên Gabriel García Márquez, wan berhemên giranbiha yên ku ji kaniya serpêhatî û çavdêriyên jiyana nivîskêr û cîhana derdora wî bi xwe dizên û bi şêwaza efsûnkar a Márquez têne hûnandin. Ev romana ku berî ku nivîskar Xelata Nobelê wergire bi salekê, derdiçe, yek ji baştirîn mînakan e ku bi azmûneyên nivîskêr ên rojnamegeriyê û şarezayiyên wî yên rind ên hûnak û aşopê bişkiviye. Serencama Mirinekê, çîroka mirinekê ye, mirineke ku ji bilî kuştiyê wê her kes pê dizane ku dê biqewime, kujerên wê her tiştî dikin da ku hin rêgiriyê bikin li vê kiryarê, lê kuştiyê wê bêhay, gav bi gav ber bi dawiya ku çarenûsê diyar kiriye, ve diçe. Ev çîroka ku Márquez bi aşopeke xurt sêwirandî, bi çavekî hûrbijêr dîtî û pênûseke tûj û nazik nivîsandiye û qewama wê vedigere bûyereke rastî a demên xortaniya wî, li ser qewîtî û şîretên diya wî, ancax piştî ku lehengên wê ji vê dinyayê koç dikin, tê nivîsîn. Yên ku vê çîroka dilsoj, bi raz û nihêniyan meyandî, bixwînin dê bibînin ku lehengê vê çîroka, ku ne tenê li gundekî li perekî dûr ê cîhanê lê li şûnûwarên me jî encam dide, hê jî di nav me de dijîn. Kitêba ku mînaka herî kurt û bijareye ji şêwaz û nîgara yek ji mezintirîn nivîskarên cîhanê ên heta îroyîn. G.G. Márquez bi saya Weşanxaneya Lîsê û wergerandina Ciwanmerd Kulek, ji niha de cihê xwe yê yekta digire di nav wergerên ji wêjeya cîhanê de.

 

Agahî

Weight 0,25 lbs
Nivîskar
Weşanxane
Werger
Rûpel
Sal
Isbn
Pîvan

Gihandin

Marshallstraße, 10 35394 Gießen.Hemî siparîş bi hejmareka DHL’yê ya şopandinê tên şandin. Kargoya siparîşên di ser 50 € re her car belaş e. Di dema erzankirin û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe. Di dema firotina bierzanî û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe.

Vegerandin

Mak pirtûk, di navbera 30 rojên kirînê de (14 rojên di dema firotanê de) guhertin û paşvegerandina berhemên xisarnedîtî qebûl dike, (lê) bi şertê hûn meqbûza resen nîşan bidin. Li welatê ku danûstandin lê hatîye kirin, li her dikana xwe, em vê xizmetê ji we re dikin. Karê paşvegerandina we bi pirranî di navbera hefteyekê an hefte û nîvekê tê kirin. Piştî me kar û barê paşvegerandina we temam kir, em ê ji we re emaîla agahdarkirinê bişînin. Piştî ku me karê paşvegerandinê dest pê kir, ji kerema xwe ji rojekê heta 3 rojên karî, xwe li me ragirin heta ku em paşvegerandinê digihînin forma resen a peredayînê.

Alîkarî

Eger pirseka te an şayîşeka te he be, haya me jê çêbike. Email: info@makpirtuk.de Telefon: (+49)-1575 0649613