Şerefname (Dîroka Kurdistanê)

44,50  37,83 
-15% Erzanî

ISBN: 9786056404184

40% Serkeftina Hilberê

Kargoya belaş

Kirîna ewledar

SKUSPAZAD-10
Status5 Di stokê de hene
Categories,

Şerefname (Dîroka Kurdistanê) – Şerefxanê Bedlîsî

Şerefxanê Bedlîsî, Şerefname’yê wek du cildan nivîsandiye. Ev kitêb, cilda yekemîn e, mijar dîroka Kurdistanê, mirên Kurd, fermanreweyan û rewşa herêmê ye û di 13ê Tebaxa sala 1597ê qedandiye. Nusxeya destxeta orîjînal a Şerefxan bi xwe bi Farisî ye, 246 rûpel e û niha di Kitêbxaneya Bodleian a Zanîngeha Oxfordê de hatiye parastin. Bi bîst tabloyên dîrokî û hunerî yê ku wî bixwe çêkirine hatiye xemilandin û her yek ji wan tabloyan bûyerek dîrokî, edebî û çandî îzah dike.

Cilda yekemîn ya “Dîroka Kurdistan / Şerefname” ji pêşgotinekê, çar sefheya sereke û di dawî de jî beşek ku Şerefxanê Bedlîsî behsa jiyana xwe kiriye pêk tê. Kitêb bi awayekî berfireh behsa mîrên Kurd, têkiliyên wan, orf û adetên kurdî, rêxistin û rewşên herêmî, saziyên kevneşop, cihên dîrokî yê Kurdistanê dike.

Di destpêkê de di derheqê eslê Kurdan û rewşa jiyana wan de agahiyên girîng hene. Di her sefheyekê de beş û şaxê beşan hene. Bi hevokên Mîr Şerefxan bixwe:

  • Sefheya yekemîn di derheqê fermanrewayên Kurdistanê ye, ku alaya serxwebûn, mirî û saltanatê bilind kirine û dîroknivîsan ew di rêza sultanan de hesibandine.

  • Sefheya duyemîn di derheqê serpêhatiyên fermanrewayên mezin ên Kurdistanê ye, ku her çend ne gihîştine serxwebûna temamî û bi xwe jî xwe hukumdar nehesibandine, lê bi azadî û serbestî gihîştine qada bilind ku hinek ji wan heta li ser navê xwe sikke lêdan û xutbeyên navendî li mizgeftan bixwînin.

  • Sefheya siseyê di derheqê hinek mîr û fermanrewayên din ên Kurdistanê ye.

  • Sefheya çaremîn di derheqê serpêhatiyên fermanrewa û begên Bedlîsê ye, yên ku dibin bav û bapîrên Şerefxanê Bedlîsî.

Ev eserê dîrokî, çandî û edebî ji bo lêkolîna Kurdistanê, nasîna mir û begên Kurd, ziman, huner û dîroka kurdî girîngîya gelek mezin heye.

‎‎

Ji bo hemû berhemên Weşanên Azad vir bitikînin

Agahî

Weight 0,68 kg
Weşanxane
Pîvan
Rûpel
Sal
Ziman
Isbn

Gihandin

Gryphiusweg 12 68307 Mannheim.Hemî siparîş bi hejmareka DHL’yê ya şopandinê tên şandin. Kargoya siparîşên di ser 19.99 € re her car belaş e. Di dema erzankirin û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe. Di dema firotina bierzanî û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe.

Vegerandin

Mak pirtûk, di navbera 30 rojên kirînê de (14 rojên di dema firotanê de) guhertin û paşvegerandina berhemên xisarnedîtî qebûl dike, (lê) bi şertê hûn meqbûza resen nîşan bidin. Li welatê ku danûstandin lê hatîye kirin, li her dikana xwe, em vê xizmetê ji we re dikin. Karê paşvegerandina we bi pirranî di navbera hefteyekê an hefte û nîvekê tê kirin. Piştî me kar û barê paşvegerandina we temam kir, em ê ji we re emaîla agahdarkirinê bişînin. Piştî ku me karê paşvegerandinê dest pê kir, ji kerema xwe ji rojekê heta 3 rojên karî, xwe li me ragirin heta ku em paşvegerandinê digihînin forma resen a peredayînê.

Alîkarî

Eger pirseka te an şayîşeka te he be, haya me jê çêbike. Email: info@makpirtuk.de Telefon: (+49)-1575 0649613