Seher – Kurmancî

8,25  7,67 

40% Serkeftina Hilberê

Kargoya belaş

Kirîna ewledar

SKUARAM-19
Status3 Di stokê de he ne
Kategorî

Ji ber ku barê wergerandina pirtûka ku min li girtîgehê nivîsand girtin ser xwe û wergerandin zimanê min ê zikmakî Kurdî, ji dil û can malavayiya Weşanxaneya Aramê û hevalê xwe yê wergêr Rêdûr Dîjle dikim. Dil dixwest ku min bi zimanê xwe Kurmancî an jî Dimilkî binivîsandana. Lê belê wekî Kurdekî nesîbê xwe ji asîmlasiyona ku perçeyeke ji qirkirina çandî ya li ser gelê kurd e wergirtiye, mixabin ev yek ne pêkan bû. Lewma ev werger kêmasiyeke min a mezin temam dike û min rûmetyar dike. Hîn jî baş nikarim bi zimanê xwe yê zikmakî biaxivim. Di vî warî de helbet gelek kêmasiyên min jî hene. Lê ligel her tiştî jî diviya ku min ji bo hînbûn û pêşvexistina zimanê me yê zikmakî, baş hewl bidana. Hêvîdar im ku di vî warî de ciwanên Kurd min esas negirin. Lê dîsa jî, wergera Kurdî ya pirtûkê ez pir kêfxweş kirim. Wê dahata vê pirtûkê ji bo Weşanxaneya Aramê be û wê piştgiriya wêjevanên ku bi Kurdî dinivîsin bê kirin. Eger we versiyona Tirkî ya pirtûkê stendibe jî, lê ji bo destekirina wêjeya Kurdî teqez Kurdiya wê jî bistînin, bixwînin û bidin xwendin. Careke din mala hemû kesên ku ked dane ava be.

Selahattin Demirtaş Girtîgeha Edîrneyê

Agahî

Weight 0,20 lbs
Nivîskar
Weşanxane
Kategorî
Rûpel
Sal
Ziman

Gihandin

Marshallstraße, 10 35394 Gießen.Hemî siparîş bi hejmareka DHL’yê ya şopandinê tên şandin. Kargoya siparîşên di ser 50 € re her car belaş e. Di dema erzankirin û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe. Di dema firotina bierzanî û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe.

Vegerandin

Mak pirtûk, di navbera 30 rojên kirînê de (14 rojên di dema firotanê de) guhertin û paşvegerandina berhemên xisarnedîtî qebûl dike, (lê) bi şertê hûn meqbûza resen nîşan bidin. Li welatê ku danûstandin lê hatîye kirin, li her dikana xwe, em vê xizmetê ji we re dikin. Karê paşvegerandina we bi pirranî di navbera hefteyekê an hefte û nîvekê tê kirin. Piştî me kar û barê paşvegerandina we temam kir, em ê ji we re emaîla agahdarkirinê bişînin. Piştî ku me karê paşvegerandinê dest pê kir, ji kerema xwe ji rojekê heta 3 rojên karî, xwe li me ragirin heta ku em paşvegerandinê digihînin forma resen a peredayînê.

Alîkarî

Eger pirseka te an şayîşeka te he be, haya me jê çêbike. Email: info@makpirtuk.de Telefon: (+49)-1575 0649613

Berhemên Nîvîskar