Di demên ku Cizîra Botan navend û kana zanînê bû, zana û alimên mezin lê mezin dibûn de jî, li ser rûyê esmên stêrk û kewkeb bi çerxa felekê re, dîsa her tim di fetil û ger û dewranê de bûn, dîsa mîna Leyla û Mecnûnên ku li hev digerin, li ser rûyê esmên dida dû şopa hev, dîsa li ser rûyê esmên şikil û wêne û resimên balkêş, nîşana yên li ser rûyê erdê dida.
Di demên ku Mezra Botan navend û kana şaristanîtîyê bû de jî, li ser rûyê erdê çem di nav robarên xwe de mîna her tim di nav ger û fetil û herikînê de bûn, dîsa ava wê mîna ku li pey aşiqê xwe be, bêsekin û bêqerar û bêvêsîn bû.Dîsa li ser rûyê erdê, bûyer û qewimînên hêjayî balkêşî û îbretê diqewimîn. Dîsa tofanên ku li ser rûyê erdê radibin û ava xwe digihînin ser rûyê esmên, ava xwe digihînin erş û elayê radibûn, bajar û şaristanîtî li ser rûyê erdê hildiweşîyan û ji nû ve ava dibûn. Dîsa Ûsifên xwedîyên sebirê ji bîrên kûr derdiketin û dibûn mîrên Misirê.Sedsala 12’an, Xaçperest ji welatên xwe yên dûr radibûn û mîna tofanan bi ser Mezopotamya, Şam û Filistînê de dihatin. Lê zana hebûn ku tiştên li ser rûyê esmên eyan dibin û li ser rûyê erdê diqewimin şirove bikin, Mîr hebûn ku xelkê xwe ji bîrên kûr xelas bikin û helbet şahid jî hebûn ku ji me re qal bikin.