Şefaq / Dîwan 6

15,85  13,47 
-15%% Erzanî

ISBN: 9789758637577

40% Serkeftina Hilberê

Kargoya belaş

Kirîna ewledar

SKUAVES-179
StatusDi stokê de tunne ye

“Navê Cegerxwîn, navê hostê xebera, xudanê lewzê şîrin, li her çar terefê Kurdistanê, ji rohilatê girtî hetanî roavaê, ji şîmalê hetanî cenûbê nava xwendevanê kurda da xweş eyan e. Şiêrêd wî bûne stran û nava cimetê digerin. Xort û qîzê kurda yê nû bişkivî nivîsarê şayîr bi devkî hîn dikin, bîr û baweriya xwe, miletperweriya xwe bi wan şiêra tam dikin û bi xwe jî dibin ceger bi xwîn. Tune civînek yan jî êvarek, li ku şiêrêd hilbestvanê kurda yî nav û deng neêne xwendinê.

“Serpêhatiya Cegerxwîn, ew serpêhatiya miletê me ye: Kesîbî, zulm û zorî, hebs û lêdan, werguhêzî û mihacirî. Lê tevî van gişka -serbilindî û kubarî, mêrxasî û egîtî, hîviya bêşik bi şerkarî bigihîje armanca xwe. Bîr û baweriya nivîsarêd Cegerxwîn  ew bîr û baweriya miletê me ye. Ay lama jî ewana ewqas ji aliyê cimetê hizkirî ne û milet wana diparêze.”

Casimê Celîl