Rizgarkirina Jaydenê
Kralê xirab ê sêhrbaz, Kralîçe Jaydenê li qesra xwe dîl digre û tenê Aleks, Vanessa û Sam dikarin wê rizgar bikin. Aleks şeveke tengezar li odeya xwe pirtûkeke bi navê Rizgarkirina Jaydenê peyda dike. Piştî demeke kurt, Aleks fam dike ku li cîhaneke din Jayden yeka rasteqîn e, û bi rastî jî serê wê ketiye belayê. Ji bo alîkariyê divê Aleks û hevalên xwe hinek pirsan çêdikin, yên ku ji aliyê komeke parêzvanên cinawir ve tên pêşkêşkirin. Bi giştî çarsed pirs hene –serê odeyeke qesrê pirsek– û wext jî her diçe teng dibe…
Vladimir Tumanovê ku bi rêya edebiyatê dixwaze hin tirs û endîşeyên zarokan berteref bike, di Rizgarkirina Jaydenê de digel Aleks û hevalên wî derdikeve nêçîra pirsên matematîkê. Matematîka ku ji bo gelek zarokan kabûs e dê bi saya vê macereya fantastîk a Aleks bibe kelecaneke bêdawî. Tumanov bi vê şêwazê matematîk û edebiyat digel hev kirine mêvanên mala zarokan. Vê carê jî mazûvan Kurdî û zarokên Kurdan in. Kerem bikin hûn jî Keybanû Jaydenê bi matematîk û mamikan rizgar bikin.
Gihandin
Marshallstraße, 10 35394 Gießen.Hemî siparîş bi hejmareka DHL’yê ya şopandinê tên şandin. Kargoya siparîşên di ser 50 € re her car belaş e. Di dema erzankirin û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe. Di dema firotina bierzanî û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe.
Vegerandin
Mak pirtûk, di navbera 30 rojên kirînê de (14 rojên di dema firotanê de) guhertin û paşvegerandina berhemên xisarnedîtî qebûl dike, (lê) bi şertê hûn meqbûza resen nîşan bidin. Li welatê ku danûstandin lê hatîye kirin, li her dikana xwe, em vê xizmetê ji we re dikin. Karê paşvegerandina we bi pirranî di navbera hefteyekê an hefte û nîvekê tê kirin. Piştî me kar û barê paşvegerandina we temam kir, em ê ji we re emaîla agahdarkirinê bişînin. Piştî ku me karê paşvegerandinê dest pê kir, ji kerema xwe ji rojekê heta 3 rojên karî, xwe li me ragirin heta ku em paşvegerandinê digihînin forma resen a peredayînê.
Alîkarî
Eger pirseka te an şayîşeka te he be, haya me jê çêbike. Email: info@makpirtuk.de Telefon: (+49)-1575 0649613