“Ev trajediya ku gelê me yê Êzîdî jiyan kir, bê guman li ser hemû kesên ku gala mirovatiyê dike bandorek neyînî çêkir. Lê yên ku di nav çar dîwaran de ango di zindanan de ne, Ii hember vê hovîtî û tundiyê hest û ramanê xwe nikare bi nav bike û bîne ziman. Dengê min ê herî bi bandor pênûsa min e, ji bo vê yekê teqez diviyabû ez biqêriyama. Ev xebata min jî qêrîneke ku bi mebesta êş û kulê gelê xwe yê Êzîdî parve dikim. Çawa ku dayikek,ji bo ku zarokên wê nemire, xwe birçî û tî dihêle û ji bo zarokên xwe ji tîbûnê û birçîbûnê xilas bike, tiliya xwe jê dike û xwîna xwe bi zarokên xwe dide mijandin, min jî bi hibra pênûsa xwe bera ser rûpela kaxizê da û ev xebat kir. Lewre ev xebata min ji bo gelê me yê Êzîdien ku ew qas ê§ û azar kişandine, ku ji bo wan ji behrê bibe dilopek derman, dê min gelekî kêfxwe§ û bextewar bike.”
Hayrettîn Ekîncî