Qulinge Birîndar Seyad

6,99  5,94 
-15% Erzanî

ISBN: 9786059073349

40% Serkeftina Hilberê

Kargoya belaş

Kirîna ewledar

SKUBesikci-008
Status3 Di stokê de hene
Categories
Ev pirtûk serpêhatiyên pir taybet û antika yên Seyadê Şame ne. Seyade Şame, ji Radyoya Rewanê, ji kilama “Apo/Esmer Eman” tê nasîn. Şair û dengbêj Seyadê Şame nixuriyê malbata Şameyê Kekê ye. Pey zarotiyê, xortaniyekê gelekî dijwar derdikeve pêşiya wî, jîyana wî bi macera û meselên nedîtî nebînayî ve tê pêçan û neqişandin.
Maceraya Seyad ber bi xortaniyê, derûdorên 17-18 salên xwe, 1940an da, ji Bazîdê despêdike. Rêya wî ewil bi tîcaretê, peyra jî çarûneçar bi sîyasetê, bi polês û jendirman, bi mehkemeyan dialiqe; ji hepisxana Erziromê bi çend hevalên xwe, zivistanekî xedar da direvîn, 26 şev û rojan şunda xwe digîhînîn Îranê. Wê deme Îran bin dagirkeriya Ûris da bû. Rêya Seyad ji Îranê ber bi Sîbîryayê difetile. 9 salan qanpên hesîran, lagiran da dimîne, dibe “ta û derzî”, heya mirina Sitalîn bi halekî xirab da dijî.
Seyad, pey hurşandina Sovyetan, rê-dirp û derfet dibine, 1992an da tê xwe digîhîne welat, tê ku jiyan ne wekê 47 sal berê ye, dê û bav, gelekî mezinên nas koça xwe barkirin e, lêdan e û çûn e. Lê heval û hogirên wî, Bazîdîyan û Celalîyan wî û stranê wî ji bîr nekirin e. Bazîdiyan gelekî qedir û qiymetê wî digrin, dengbêjên xwe, bi maqulî, wakê zarokekê xwe, bi dil û can hembêz dikin.
Seyad qulingekî birindar bû. Bi gotina wî bêjim; “qedera wî reş bû, feleka wî xayîn bû.” Ji Zulfînaza jina xwe, ji malbata xwe, ji heval û hogiran qetya bû, nalenala-zarezara wî bû. Lê axirîya emir, 47 sal şunda vegeryabû welat, ser hêluna kalûbavan. Wê vegerandina diramatîk da gelekî tiştnên nazik û ecêp qewimîn.
Gelî xwendevanên delal, wan bûyeran hûnê yeqîn bi meraq û dilovanî bixwenin…

Agahî

Weight 0,17 lbs
Isbn
Nivîskar
Pîvan
Rûpel
Sal
Weşanxane
Ziman

Gihandin

Marshallstraße, 10 35394 Gießen.Hemî siparîş bi hejmareka DHL’yê ya şopandinê tên şandin. Kargoya siparîşên di ser 50 € re her car belaş e. Di dema erzankirin û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe. Di dema firotina bierzanî û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe.

Vegerandin

Mak pirtûk, di navbera 30 rojên kirînê de (14 rojên di dema firotanê de) guhertin û paşvegerandina berhemên xisarnedîtî qebûl dike, (lê) bi şertê hûn meqbûza resen nîşan bidin. Li welatê ku danûstandin lê hatîye kirin, li her dikana xwe, em vê xizmetê ji we re dikin. Karê paşvegerandina we bi pirranî di navbera hefteyekê an hefte û nîvekê tê kirin. Piştî me kar û barê paşvegerandina we temam kir, em ê ji we re emaîla agahdarkirinê bişînin. Piştî ku me karê paşvegerandinê dest pê kir, ji kerema xwe ji rojekê heta 3 rojên karî, xwe li me ragirin heta ku em paşvegerandinê digihînin forma resen a peredayînê.

Alîkarî

Eger pirseka te an şayîşeka te he be, haya me jê çêbike. Email: info@makpirtuk.de Telefon: (+49)-1575 0649613