Qedrî Can di wêjeya Kurmancî de “nûparêzeki” mezin e, ji tema, teşe û hêmaya helbesta wî ya
“Rêya Taze” em baş fahm dikin ku wî ev guherîn û nûjenî giş “bihemd”ê xwe kirine… Qedrî Can bi vê helbestê ne bi tenê ji bo xwe, herweha ji bo me û helbesta me jî perdeya reş diçirrîne ji serçavê wêjeya me, gemara guhî, mikrobên canî, kufika dilî û pelên riziyayî yên helbesta me jî paqij dike. Ew ne bi tenê xwe dike însanekî nû û di bajarê dilê xwe de holeke nû ava dike, herweha me û helbesta me jî nûjen dike û li bajarê wêjeyê “holik”eke nû ji bo helbesta me ava dike. Ev “holik” ji bo nujeniya helbesta me destpêkeke ewqasî hêja ye ku di pêşerojê de beranberî “qesr”ên modern e, ev “holik” beramberî “şato”yekê ye. Ji ber ku wî di wêjeya Kurmancî de gellek nimûneyên helbesta nûjen dane yekem “helbestkar”ê nûjen Qedrî Can e… Di çîroknivîsiya Qedrî Can’î de vegotina “bîranîn”an şêwazeke pirr delalî ye, bi giştî ev şêwaz, çîroknivîsiya wî karakterize dike ku di vê şêwazê de gellekî serkeftî ye. Ewil tiştek tê “bir”a wî, bi dûre ew “bîr” dikele, peqilkan dide û çîroknivîs dest pê dike li xwe mikurr tê, xwe noqî “bir”ê dike li binê wê têr digere û di pey re dîsa derdikeve ser rûyê wê; lê gava ku ji “bir”ê vedigere dema xwe ya niha, dilê wî li ber teqînê bi êşan dagirtî ye.
Di helbesta Qedrî Can’î referans “sibe” û di çîrokên wî de tam dijberî vê yekê referans “do” ye. Di helbestên xwe de “pêşeroj” û di çîrokên xwe de bi şêwazeke Proust’kî li pey dema winda bi “bîranîn” “paşeroj” vegotiye.