Psychology Kurdî 6

6,24  5,80 

ISBN: 16161353673612

40% Serkeftina Hilberê

Kargoya belaş

Kirîna ewledar

SKUPSYCHOLOGY-6
Status1 Di stokê de he ne
Kategorî,

Silav gelî xwendevanên hêja,
Em bi hejmareke nû li pêşberî we ne. Ji ber
ku di demên şer û pevçûn, qrîzên aborî, koçberî
û hwd. de made, bikaranîn û bengitiya madeyan
bandoreke mezin li kes, malbat, derdor û civakê
dike, me xwest ku di vê hejmarê de em cih bidin
“Made û Bengîtiya Madeyan.”

Di vê hejmarê de ev nivîskar bi nivîsên xwe
yên dewlemend bi me re ne:
Prof. Dr. Dr. Jan Îlhan KIZILHAN, bi gotara
xwe ya “Nexweşiya Stresê ya Piştî Trawmayê
û Bengîtiya Dermanên Êşbir” li ser nexweşên
NSPTê û bengîtiya wan ya bi dermanên êşbir radiweste.
Di vê gotarê de encamên lêkolîna ku li
kampa penaberan a li Dihokê li ser 213 penaberên
kurd hatiye kirin bê gelo pêwendiya teşxîsa NSPTê
bi dermanên êşbir re heye an tuneye, tên vegotin.

Prof. Dr. Melek GÖREGENLİ, bi nivîsa xwe
ya “Azmûna Derûnnasiyê li gel Meseleya Kurdan”
behsa berpirsiyariya derûnnasan ya têkildarî meseleya
kurdan dike û bi awayekî rexneyî vê mijarê
dinirxîne.

Derûnbijîşk Dr. Özgür ÖĞÜTCEN, di nivîsara
xwe ya “Helwest û Nîşêt”ê de bi çavên Lacan
li mijara psîkanalîzê dinêre û rave dike bê ‘psîkanalîz
çi dide me?’

Prof. Dr. Kültegin ÖGEL, di qada bengîtiya
madeyan de derûnbijîşkekî bi nav û deng e. Em
derbarê vê mijarê de bi hûrgilî pê re axivîn û me
hevpeyvîneke balkêş kir. Di vê hevpeyvînê de li
ser sedem, nîşêt, encam, dermankirin û rêûrêçikên
çareseriyê tê rawestin.

Derûnnas Rewşen REMAKÎ, bi nivîsa xwe
ya “Alkol, Alkolîzm û Bengîtiya Alkolê” behsa
vexwarina alkolê ya normal û bikaranîna wê ya
bi ne başî dike û tîne zimên bê vexwarina alkolê
çawa vediguhere alkolîzm û bengîtiya alkolê.

Derûnnas Siyabend ASLAN, bi nivîsa xwe
ya “Bengîtiya Madeyan bi Kesên Kamil re” behsa
made, bikaranîn, bengîtî û dermanên bengitiyê
dike û sedemên bengitiyê, guherînên reftarên kamilan
û rêyên çareseriyê vedibêje.

Pisporên Xizmeta Civakî Erdal ALADAĞ
û Gulperî GÜNDÜZ, bi nivîsa xwe ya “Pîşeya
Xizmeta Civakî di Tedawiya Bengîtiya Madeyan
de” pirsgirêka bengîtiya madeyan û tedawiya wê
bi nêrîna zanistên civakî dinirxînin.

Derûnnas Dr. Raquel Barros, li Sorocabaya
Brezîlyayê di Komeleya Lua Novayê de li ser bengîtiya
madeyan dixebite. Me jî li ser komele û xebatên
wan bi Barros re hevpeyvînek kir. Barros di
vê hevpeyvînê de tecribeyên xwe yên di qada bengîtî
û bengîtiya madeyan de bi me re parve dike.

Derûnnas Leyla NISÊBÎNÎ, bi gotara xwe ya
“Nexweşiyên Derûnî û Bengîtiya Madeyan” re têkiliya
nexweşiyên derûnî û bengîtiya madeyan ji
xwîneran re rave dike.

Derûnnas Samed DOĞAN, bi nivîsa xwe ya
“Taybetmendiyên Hevdîtinên bi Kesên Bengî re”
li ser rêgezên hevdîtinan radiweste û ji bo motîvasyona
bengî ya têkildarî dermankirinê agahiyan
dide.

Derûnnas Mihemed Elî ALÛCÎ, bi nivîsa
xwe ya “Bîrdozıya Kesayetiyê ya Derûnkolînerî
ya Sigmund Freud” bi kurtasî behsa derûnkolîneriya
Freud dike û qonaxên geşedana bîrdoziya Freûd
bi gelemperî rave dike û li ser termên bîrdoziya
derûnkolîneriyê disekine.

Herwiha Mamosteyê Perwerdehiya Taybet
Wehab ŞEHÎN, bi nivîsa xwe ya “Piştevaniya
Perwerde û Hîndekariyê ji bo Zarokên Astengdar”,
Pedagog Meryem AYDOGAN, bi nivîsa xwe ya
“Nexweşiyên Spektromê yên Otîzmê”, Derûnnas
Gulistan BARIK, bi nivîsa xwe ya “Du fîlmên
Balkêş li ser Bengîtıyê -Requiem for a Dream û
TrainspottingӐ bi me re ne.

Ji bilî van bi vê hejmarê re me beşeke bi navê
“pirs û bersiv” amade kiriye ku em dê her hejmar
di vê beşê de cih bidin kesekî/e ku ji bo ziman û
çanda kurdan xebat kiriye. Di vê hejmarê de me
berê xwe da nivîskar/lêkoler û akademîsyen M.
Malmîsanij.

Heta hejmareke din bimînin di xweşiyê de.

Agahî

Weight 0,35 lbs
Weşanxane
Kategorî ,
Isbn
Rûpel
Ziman
Sal

Gihandin

Marshallstraße, 10 35394 Gießen.Hemî siparîş bi hejmareka DHL’yê ya şopandinê tên şandin. Kargoya siparîşên di ser 50 € re her car belaş e. Di dema erzankirin û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe. Di dema firotina bierzanî û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe.

Vegerandin

Mak pirtûk, di navbera 30 rojên kirînê de (14 rojên di dema firotanê de) guhertin û paşvegerandina berhemên xisarnedîtî qebûl dike, (lê) bi şertê hûn meqbûza resen nîşan bidin. Li welatê ku danûstandin lê hatîye kirin, li her dikana xwe, em vê xizmetê ji we re dikin. Karê paşvegerandina we bi pirranî di navbera hefteyekê an hefte û nîvekê tê kirin. Piştî me kar û barê paşvegerandina we temam kir, em ê ji we re emaîla agahdarkirinê bişînin. Piştî ku me karê paşvegerandinê dest pê kir, ji kerema xwe ji rojekê heta 3 rojên karî, xwe li me ragirin heta ku em paşvegerandinê digihînin forma resen a peredayînê.

Alîkarî

Eger pirseka te an şayîşeka te he be, haya me jê çêbike. Email: info@makpirtuk.de Telefon: (+49)-1575 0649613