“Erê law Wele pirr jêhatîne, bi dû talan û talankeran neketin, mîna pilinga pêşya wan birrîn û Şemir pêrîşan kirin.” “Ero çend miriyê wan hebûn?”
“Welle min heft jimartin, êdî dest û pî ranedibûn, stû li ser nediedilîn, li ser hespa girêdabûn.”
“Nezîka neh-dehkan jî birîndar bûn, hinekan newqên xwe girtibûn, hinekan ser û piyên xwe girtibûn. Wele saya serê Serhediya Şemiran disa vala vegeriyan, tiliya wan tazi di devê wan de ma. Xwedê Serhediyan mîna Xocê Xizir bi ser me de şandin.”
Ji hêlekê de ji Zeynel wan re xwarin dihat çêkirin û cemaata wan herbî ku diçû geş dibû. Şêniyan dixwest Zeynel Efendî û hevalên wî bibînin. Tu nema peyayekî xûz, qubura bilûrekê li piştê, bi gopal dimeşiya, serê xwe radikir mêze dikir û dihat. Milan vê re nas kirin û gotin: “Wele waye Kerrê Dêrikê tê.” Kerro hat, li cemaatê mêze kir, solê xwe derxistin, derket ser kulêv, rûnişt û gopalê xwe da ber xwe, serê xwe jî kir ber xwe. Hinekî xwêdan dabû, bi guçê çefya xwe rûyê xwe vemalt. Kerro guhê wî giran bûn, lê kê çi bigota, li lêvên wî mêzekirana zanîbû çi dibêjin. Li cemaatê herkes pê re dikeniya û halê wî pirs dikirin. Wî jî bersiva gişan dida.
Husênê Pîrê jê pirs kir got: “Kerro tu zani ev mêvanê me kî ye?” Kerro lê mêze kir, hinekî sekinî û got: “Erê ez zanim ew kî ye, ew pilingê Serhedê ye, lokê sor e, Zeynel Efendî ye, bavê Elî Heyder e.”