Pêsîrên Dayê-Hesenê Metê
“Were, berxê min, were… pêsîr li min pêçûn.” Ev zar û ev hevoka dayê ji bo min tiştekî gelekî xweş bû, nemaze ev çar peyvên dawîn… min dixwest û min welê bawer dikir ku ew ê hertim van gotinan bi lêv bike: “pêsîr li min pêçûn.” Dayê ava hênik dikire leganekê, xwe di ser de xwar dikir, ew hingulên xwe… (dema ku dayê ji bo min pêsîrên xwe ji paşila xwe derdixist, bavo ew wusa bi nav dikirin: hingul) dayê ew hingulên xwe di ava hênik de dikir, li erdê cîh dida xwe û ez jî diçûmê. Min xwe di hemêza dayê de dirêj dikir, min pêsîrek dikire devê xwe û pêsîra din jî… min pê dilîst. Di demên weha de berê min li asimanê şîn, li firnik û li pêsîrên wê bû. Ew çilkên dilopên ava zelal li ser pêsîrên dayê dibûn weke histêrkên nava rojê. Dayê ew dilopên avê ji ser pêsîrên xwe ziwa nedikir, nizanim çima. Di hemêza wê de dirêjkirî, ji jêr ve min hundurê firnikên dayê didît. Ji ber royê sor û rohnî dikirin. Di hundurê firnikên dayê de mû tunebû. Ji deverên laşê dayê, min bêtir ji pêsîrên wê hez dikir. Her pêsîreke dayê bi qasî navê Xwedê bû, dixwazim bibêjim mezin bû, gir û gilover… û anuha baş dizanim ku di wan deman de min bi çavekî, bavê min bi çavekî û ez bawer dikim xort û mêran jî bi çavekî din li wan pêsîrên dayê mêze dikirin.