Pêparê Biharê-Mem Zînistanî
Di edebiyatê de ya ku kameraya hûrbîniya xwe dike ser qadeke tengtir û kûrtir herhal kurteçîrok e. Li wê qadê hest û hizrên piçûktir dijîn û bi hûrbîniya nivîskar zelal dibin.
Ev kurteçîrokên han ew jiyan in, ku Zînistanî kameraya xwe kiriye ser. Caran ew jiyan wekî monologan in, caran jî dengê kesan, hin caran jî kula dil û şayîşên wan in. Li gel vê jî, zimanekî ji sewt û gewriya karakteran derhatî rengê xwe dide metnê. Ev berhem jî, wekî berhemên din ên Zînistanî, dengê wan jinan e, ku jiyan bi wan dilive û Pêparê wan e, ku ti carî xêrê bi wan re nayîne. Li aliyê din him tiştên edebî û him yên zimanî, wekî qeyd, dikevine nava vê berhemê.
Di vê berhemê de, her wisa kurteçîrokek jî heye, ku silavê dide tradîsyona çîroknûsiya Kurdî.
Rizgar Elegez
Ji bo hemû berhemên Avesta Yayınları vir bitikînin
Ji bo hemû berhemên Mem Zînistanî vir bitikînin
Gihandin
Gryphiusweg 12 68307 Mannheim.Hemî siparîş bi hejmareka DHL’yê ya şopandinê tên şandin. Kargoya siparîşên di ser 19.99 € re her car belaş e. Di dema erzankirin û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe. Di dema firotina bierzanî û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe.
Vegerandin
Mak pirtûk, di navbera 30 rojên kirînê de (14 rojên di dema firotanê de) guhertin û paşvegerandina berhemên xisarnedîtî qebûl dike, (lê) bi şertê hûn meqbûza resen nîşan bidin. Li welatê ku danûstandin lê hatîye kirin, li her dikana xwe, em vê xizmetê ji we re dikin. Karê paşvegerandina we bi pirranî di navbera hefteyekê an hefte û nîvekê tê kirin. Piştî me kar û barê paşvegerandina we temam kir, em ê ji we re emaîla agahdarkirinê bişînin. Piştî ku me karê paşvegerandinê dest pê kir, ji kerema xwe ji rojekê heta 3 rojên karî, xwe li me ragirin heta ku em paşvegerandinê digihînin forma resen a peredayînê.
Alîkarî
Eger pirseka te an şayîşeka te he be, haya me jê çêbike. Email: info@makpirtuk.de Telefon: (+49)-1575 0649613