“Mirovê tenha”, jixwe li ser rûyê erdê biyanî, winda û neçarekî jiyanê ye. Bi salan re, pirsên bêbersiv, xeyal. hêviyên baskşikestî û bermayiya janan di nava qermîçokên eniyê de, nexşeya bêkamiyê direngînin. Di nav destên pêl û gelemşeya felekê de, pêsîra dayikê û dîmenên kevnerojên zarokatiyê; dibine du dilop hêstir, li kolanên xerîbiyê.
“Mirovê tenha”, li ser rûyê erdê biyanî ye. Dema ji xaka ku navika wî li ser hatiye birîn, ji cihê ku yekemîn car çîrokên dapîran jê re hatine gotin, ji kolan, deşt, newal, gol û hemû têgihên ku di binê hişê zarokatiya wî de bûne qumaşê kesatiyê dûr ket; êdî ew “Penaber” e.
Ev pirtûk lênûska “Penaber” e. Di reşerojan de, gotinên ku ji nav tayê, panîk û bêçariyê xwe ji lêvê bera ser kaxizê dane, ne. Dostanî, bext û bêbextî, hezkirin, dilsozî, tenêbûn, neçarî, bêrikirin û hesret, xizanî, kêmşansiya nivîskarê bi zimanê kurdî, ez, tu, em…
Bi kurti, janên ku di nava henekan de direqisin!
Janên ku ji bajarê Kurdistanê, bi hêviya ku li bajarê Ewrupaye bihedinin, bi çargevki dane ser riya “panberberiyê”; lê li wir bûne naveroka van kurteçîrokên li ber destê we û niha di nav rêzikan de, li hemberî rûyê jiyanê yê bêwijdan li ber xwe didin.
Çîrok; bi têgih, gotinên pêşiyan û biwêjên kurdî, bi hêza henek, qerf û tinazên ku di civata kurdan de, tam û rengekî jiyane rojane ne, hatine xemilandin. Zimanekî rojane û herikbar hatiye bikaranîn, ew nahêle ku hilma mirov biçike.
Kelepor û ededên berê ku bûne motîf ji van çîrokan re digel vegotineke sade û realist, nivîskar dike xwediyê şêweyekî orijinal. Ango mirov dikare bêhna Çehov û Azîz Nesin bike, ji şêweyê nivîskar.