Nexşeya Rewanê Bêdengiyê

6,49  6,04 

ISBN: 978-625-7085-65-6

40% Serkeftina Hilberê

Kargoya belaş

Kirîna ewledar

SKUNA119
Status2 Di stokê de hene
Kategorî

Nexşeya Rewanê Bêdengiyê çapa duyem derket
Pirtûka ku çapa ewil di 2021an de li Ewropa derketibû careke din ji aliyê weşanxaneya me ve çap bû. Helbêsta Mizgîn Hesko dengê balindeyê foneks û Sîmirê sih reng e, ji Zagrosan ber bi esmanê xwedavendan ve fîxara kurdî bilind dike. Xwe jinûve Ji xweliya welatê xwe diafirîne û ji xerîbiyê gazî dike divêje;

Hîn li wir im
Balendeyê Fonîks im
Ji nav xweliya xwe radibim
Û ber bi jor ve
Ber bi asoyê ve
Baskên
Ji nuh diferidînim.

Helbesteka kibar e; naxwaze biazirîne giyanê bêdengiyê;

Hêdî, hêdî
Find û şemalokan
Vêxînin

Dibe…
Ku xirecir
Giyanê wê bêdengiya bê hempa
Bi’azirîne

Di himêza axê de
Dilên…
Hîn sincirî hene.

Her rê û rêwîti helbestvanê ber welat ve dibe loma;

Hîn…
Ji heman rêyan
Pir hez dikim
Her ku
Rê bi dawî dibin
Şopikên…
Ber bi lalezarên
Ku li ser sînga te heşîn bûyî
Destpê dikin.

Gotiye! Ristên wê weka keriyên xezalên nû çav li jiyanê vekirine.

Têm…
Û li rasta
Keriyê xezalên
Nûzayî têm
Ask û xifşikên
Xweşkok û bêgneh
Bi çavên matmayî
Û dagirtî pirs
Li min
Dinehêrin?!

Em wek weşanxane kêfxweşin ku ev helbestên pişta xwe dane xweza,evîn, tekoşînê digihînin xwendevanên kurdî.

Mizgîn Hesko

Helbestvan û nivîskar. Li gunê Şelhûmiyê, di 20.11.-1973’an de jidayik bûye. Xwendina xwe heya amadeyî (lîse) li Tirbespiyê qedandiye. Di destpêkê de bi Erebî helbest nivîsandin û paşê bi Kurdî û wiha ta îro berdewam e. Yekemîn helbesta wê di Gelawêjê de, di sala 1988’an de hatiye belavkirin. Ji sala 1996‘an ve li Almanya dimîne. Li Almanya Floristîk xwendiye û di 2004‘an de dîploma wergirtiye. Ji sala 2015‘an ji desteya birêvebir a Pênûsa nû ye. Ji mêj ve ew Endama Yekîtiya giştî a Nivîskar û Rojnamavanên Kurd li Sûryê ye.

Berhemên Wê
1.    Tîpên Evînê (helbest) Avdar 2007, Çapxana Bafet
2.    Asoyekî Tijî Endeko (helbest) Tîrmeh 2008, Weşanên Han
3.    Di Nav Henasên Kovanan de (helbest) Avdar 2010, Weşanên Han
4.    Li Ber Pala Welatekî Birîndar Diherikîm (helbest) Avdar 2012 Weşanên Han. Çapa duyem 2020, Weşanên Sersera
5.    Ristek Lal e (helbest) Êlûn 2013, Weşanên Han
6.     Ber Bi werzê Hezkirinê ve (helbest) Mijdar 2015, Weşanên Han. Çapa duyem 2020, Weşanên Sersera
7.    Rêgehên Keskîn (helbest) Gulan 2019, Weşanên Sersera
8.    Ji Bexçika Jiyanê (Hin nerîn û dîtin û hin ji çîrokên rasteqîn   ên jiyanê) Mijdar 2020, Weşanên Sersera
9.    Nexşeya Rewanê Bêdengiyê (helbest) Çapa  Ewil Avdar   2021, Weşanên Sersera
10. Nexşeya Rewanê Bêdengiyê (helbest) Çapa  Duyem   2022, Weşanên Na

Agahî

Weight 0,30 lbs
Nivîskar
Kategorî
Weşanxane
Rûpel
Ziman
Isbn

Gihandin

Marshallstraße, 10 35394 Gießen.Hemî siparîş bi hejmareka DHL’yê ya şopandinê tên şandin. Kargoya siparîşên di ser 50 € re her car belaş e. Di dema erzankirin û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe. Di dema firotina bierzanî û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe.

Vegerandin

Mak pirtûk, di navbera 30 rojên kirînê de (14 rojên di dema firotanê de) guhertin û paşvegerandina berhemên xisarnedîtî qebûl dike, (lê) bi şertê hûn meqbûza resen nîşan bidin. Li welatê ku danûstandin lê hatîye kirin, li her dikana xwe, em vê xizmetê ji we re dikin. Karê paşvegerandina we bi pirranî di navbera hefteyekê an hefte û nîvekê tê kirin. Piştî me kar û barê paşvegerandina we temam kir, em ê ji we re emaîla agahdarkirinê bişînin. Piştî ku me karê paşvegerandinê dest pê kir, ji kerema xwe ji rojekê heta 3 rojên karî, xwe li me ragirin heta ku em paşvegerandinê digihînin forma resen a peredayînê.

Alîkarî

Eger pirseka te an şayîşeka te he be, haya me jê çêbike. Email: info@makpirtuk.de Telefon: (+49)-1575 0649613