Neban

6,99  5,94 
-15% indirim

ISBN: 9786059295710

40% Serkeftina Hilberê

Kargoya belaş

Kirîna ewledar

SKULIS428
Status2 Di stokê de hene
Categories

“Neban” pirtûka Evdirehman Elçek a ewil e. Pirtûk ji donzdeh çîrokan pêk tê. Çîrokên wî li perê jîyanê nasekinin. Em xeyal, demên borî, dilşikestinên xedar û jêrzemînên bêavmayî di van çîrokan de dibînin. Çîroka “Neban” navê xwe dide pirtûkê. Em ê di jîyana margîskekê de bîyanîbûneke trajîk bibînin. Bi vê çîrokê re jîyana rasteqîn tê ber serê me û em bêhizûr dibin. Di çîrokên din de jî ev rewş didomin. Em ê car caran di dinyayeke biçûk de bijîn û car caran jî di nava bajarekî mezin de xwe bigevizînin.

Ew rewşên ku mirovan bêhizûr dikin ji nişka ve dertên li pêşîya me. “Divê tu jî mîna wan bûyayî.” Lê ev ne mimkûn e. Qehremanên me naşibin tu kesan û ew bi zimanekî laloteyî dikin vixevix. Wê demê em fêm dikin ku ev laloteyî ji wan hêman û epîzotên Kafkaesk pêk tên.

Wext dibe mirov bi qehremanên çîrokên wî re hevaltîyê dike, wext dibe em dikevin devê kêrxencerekê û rexne li me tên kirin. Dema em piçekî ji jîyanê dûr dikevin, qerepereya şopan didin pêşîya me. “Bi şiqînîya wê mifteyê re ez diçim li nava meydanekê çik disekinim.” Em ê xwe bi qeretîyan ve bigirin û nivîskar dê ji me re bibêje;

“Şivan û gavanan ew her tim li ser rêyekî dîtin û ew ber bi welatekî xerîb dimeşîya û xwe bi xwe digot: ‘Ezê bi êvarê re vegerim holika xwe.’ Lê mixabin ew qet tu carî venegerîya ser qula xwe. Ew çiqas meşîya, ewqas ji qula xwe dûr ket.”

Agahî

Weight 0,12 lbs
Nivîskar
Weşanxane
Rûpel
Sal
Isbn
Ziman

Gihandin

Marshallstraße, 10 35394 Gießen.Hemî siparîş bi hejmareka DHL’yê ya şopandinê tên şandin. Kargoya siparîşên di ser 50 € re her car belaş e. Di dema erzankirin û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe. Di dema firotina bierzanî û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe.

Vegerandin

Mak pirtûk, di navbera 30 rojên kirînê de (14 rojên di dema firotanê de) guhertin û paşvegerandina berhemên xisarnedîtî qebûl dike, (lê) bi şertê hûn meqbûza resen nîşan bidin. Li welatê ku danûstandin lê hatîye kirin, li her dikana xwe, em vê xizmetê ji we re dikin. Karê paşvegerandina we bi pirranî di navbera hefteyekê an hefte û nîvekê tê kirin. Piştî me kar û barê paşvegerandina we temam kir, em ê ji we re emaîla agahdarkirinê bişînin. Piştî ku me karê paşvegerandinê dest pê kir, ji kerema xwe ji rojekê heta 3 rojên karî, xwe li me ragirin heta ku em paşvegerandinê digihînin forma resen a peredayînê.

Alîkarî

Eger pirseka te an şayîşeka te he be, haya me jê çêbike. Email: info@makpirtuk.de Telefon: (+49)-1575 0649613