Tim difikirî ku Kevoka Şîn ber bi bêdawîtiyê ve firiya ya. Li wir xwe bi pêş dixe û li benda wî ye. Carinan jî digot belkî hîn jî difire, li ezmên e! Hestên wî ji aqil dûr lê di saftiya zarokekî de bûn. Ji ber ku nizanîbû hêviya xwe ji wê qut bike û li bendê nemîne, nikarîbû karekî jî bike. Talî ji Mêrdînê koçî Stenbolê kir. Ev bîst û sê sal e li wir dijî. Beriya hefteyekê min wî dît. Bûye xwedî febrîqeyan û mal û milkê bê hesab. Dewlemendekî navdar e li wir. Her tiştî jibîr kiriye, taxê, taxiyan, ew xaniyê wan î dîrokî ku ji bav û kalde maye ne difroşe, ne çavê wî bardibe ku were bibîne. Bîst û sê sale carek jî nehatiye wê taxê. Hew dû tişt jibîr nekiriye; kurdî û Kevoka Şîn. Wek zarokekî, bawere ku wê rojekê ew û kevoka şîn bigihên hev û di bin ezmanê bêbinî de li firrîna wê temaşe bike. Wek ku bê ezman mabe, piştî Kevoka Şîn carek jî li ezmanan ne nêhertiye.
(Jêgirtinek ji çîroka bi navê Kevoka Şîn )
Ne bi Tenê Mar Axê Dixwin
6,99 € 5,94 €
-15% Erzanî
ISBN: 9786055071028
40% Serkeftina Hilberê
Kargoya belaş
Kirîna ewledar
Agahî
Weight | 0,15 lbs |
---|---|
Nivîskar | |
Weşanxane | Belkî |
Rûpel | 104 |
Ziman | Kurmancî |
Isbn | |
Pîvan | 13 x 19.5 |
Sal | 2013 |
Gihandin
Gryphiusweg 12 68307 Mannheim.Hemî siparîş bi hejmareka DHL’yê ya şopandinê tên şandin. Kargoya siparîşên di ser 19.99 € re her car belaş e. Di dema erzankirin û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe. Di dema firotina bierzanî û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe.
Vegerandin
Mak pirtûk, di navbera 30 rojên kirînê de (14 rojên di dema firotanê de) guhertin û paşvegerandina berhemên xisarnedîtî qebûl dike, (lê) bi şertê hûn meqbûza resen nîşan bidin. Li welatê ku danûstandin lê hatîye kirin, li her dikana xwe, em vê xizmetê ji we re dikin. Karê paşvegerandina we bi pirranî di navbera hefteyekê an hefte û nîvekê tê kirin. Piştî me kar û barê paşvegerandina we temam kir, em ê ji we re emaîla agahdarkirinê bişînin. Piştî ku me karê paşvegerandinê dest pê kir, ji kerema xwe ji rojekê heta 3 rojên karî, xwe li me ragirin heta ku em paşvegerandinê digihînin forma resen a peredayînê.
Alîkarî
Eger pirseka te an şayîşeka te he be, haya me jê çêbike. Email: info@makpirtuk.de Telefon: (+49)-1575 0649613