Nameyek Ji Xwedê Re

7,50  6,38 
-15% Erzanî

ISBN: 9789756179543

40% Serkeftina Hilberê

Kargoya belaş

Kirîna ewledar

SKULIS355
Status2 Di stokê de hene
Categories,

Nivîskar û wergêr Yunus Eroglu (Ciwanmerd Kulek), bi yekem romana xwe Nameyek Ji Xwedê Re îspat kir ku pêşgotina “Berxê çê ji berkozê diyar e” şaş nehatiye gotin.

Yunus Eroglu/Ciwanmerd Kulekê ku ji wêjeya cîhanê wergerên hêja bo zimanê Kurdî dike, kelecana xwe ya edebiyatê di vê romanê de raxistiye pêş xwendevanan. Nameyek ji xwe re, Nameyek ji mirêkê re, Nameyek ji birayê min re, Nameyek ji kevnikfiroşî re… di nav de ji panzdeh beşan pêk tê romana Eroglu. Nameyek Ji Xwedê Reya ku di 2007an de nivîskarê xwe bi edebiyata Kurdan nasîn, di nav romanên ku Kulek piştî wê nivîsandin de jî , bi bawerî û cesareta ciwaniyê, di cîhekî cuda de ye.

Nivîskarê ciwan Yunus Eroglu/Ciwanmerd Kulek di Nameyek Ji Xwedê Re de -bi gotina wî- “A nebûyî” dike û şêweyeke nû diceribîne. Çawa ku -bi gotina nivîskêr- “Qalkirina rojekê ji jiyîna wê zor û zehmettir e” xwendina vê yekem romana serkeftî jî, ji ya gelek pirtûkên ku qada wêjeya Kurdî dagir kirine bêhtir ked û balê dixwaze.

Agahî

Weight 0,30 lbs
Nivîskar
Weşanxane
Rûpel
Sal
Isbn
Ziman

Gihandin

Marshallstraße, 10 35394 Gießen.Hemî siparîş bi hejmareka DHL’yê ya şopandinê tên şandin. Kargoya siparîşên di ser 50 € re her car belaş e. Di dema erzankirin û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe. Di dema firotina bierzanî û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe.

Vegerandin

Mak pirtûk, di navbera 30 rojên kirînê de (14 rojên di dema firotanê de) guhertin û paşvegerandina berhemên xisarnedîtî qebûl dike, (lê) bi şertê hûn meqbûza resen nîşan bidin. Li welatê ku danûstandin lê hatîye kirin, li her dikana xwe, em vê xizmetê ji we re dikin. Karê paşvegerandina we bi pirranî di navbera hefteyekê an hefte û nîvekê tê kirin. Piştî me kar û barê paşvegerandina we temam kir, em ê ji we re emaîla agahdarkirinê bişînin. Piştî ku me karê paşvegerandinê dest pê kir, ji kerema xwe ji rojekê heta 3 rojên karî, xwe li me ragirin heta ku em paşvegerandinê digihînin forma resen a peredayînê.

Alîkarî

Eger pirseka te an şayîşeka te he be, haya me jê çêbike. Email: info@makpirtuk.de Telefon: (+49)-1575 0649613