Ev pirtûka li ser Ola Yarsanê bi xebateke dûr û dirêj hatiye berhevkirin û şîrovekirin ku yekemîn carê bi kurdiya kurmancî çap dibe.
Ji pirtûk û nivîsarên ku ji sedsalên borî yên der heqê Hewramanê de mane, wiha tê famkirin ku di heyama destpêka Îslamê de ew herêm ji hêla hebûna zana û ronakbîran ve, ji herêmên din dewlemendtir bûye. Pirtûka ku wekî “Kelama Xezîneyê” an jî “Serencam”ê tê naskirin, mînakeka berçav e der barê hizir û ramanên kesên zana yên wê serdemê de û mirov dikare bibêje lêkolîna der barê vê pirtûkê de dikare bibe sedema geşkirina can û rewanê mirovî. Ev pirtûk gişt wan metnan li xwe digire ku Sultan Îshaq û mirîdên wî di sedsala 8’an a koçî de nivîsandine. Ev deq ji gelek sirûd nimêj, dua, dab û nerîtên olî û pîşeyî û herwiha nivîsên li ser qurbanîkirin û nezir û nîyazan pêk tê. Deqên wan babetan bi awayekî devkî hatîne parastin û kelambêjan ew ji bo gelê xwe vegotine. Ev kelam bi zaraveyê kurdî-goranî hatine hûnandin ku yek ji zaraveyên kevnar ên kurdî ye û berê wekî “Fehlewîyat” dihate naskirin. Ew zarave li gel zimanên kevnar ên Avestayî, Sanskrîtî, Pehlewî Nû xwedî hevahengî û wekhevîyeka xurt e û niha jî xelkê Hewramanê û hin eşîrên kurdan bi wî zaraveyî dipeyivin.
Ev pirtûk ku girîngtirîn û pîroztirîn pirtûka Yarsanîyan (Ehlê-Heq) e, li ser bingeha “Donadon” anku zihûra (tecelîya) ruhê di bedenî de hatîye hûnandin û vê dinyayê wekî heqîqetek ji dinyaya din dibîne. Kelama Xezîneyê bi giştî tê wateya kelama bexşîn û bereketên Xwedê. Xezîne bixwe jî tê wateya mala gencîneyê anku cihê mirov mal û heyînên xwe yên giranbuha lê diparêzin. Di wêjeya yarsanîyê de xezîne tê wateya çavkanîya bexşîn û bereketa Xwedê. Xwedê wiha emir dike û dibêje ku “kilîlên nihênîyan li ba wî ne”.
Pirtûka Kelama Xezîneyê ji şeş beşan pêk tê. Ev metnên resen ên ku bi zaravayê Goranî wek raz û heolbest hatine hûnandin bi awayekî zelal hatine latînîzekirin û piştre jî her beş hatiye wergerandin û şîrovekirin û têbînî li ser hatine zêdekirin.
Piranîya mijarên pirtûkê îrfanî û felsefî ne û ev mijar encama hizir û ramanên zanyar û bîrewerên wê herêmê ne ku di sedsala heftan û heştan ya koçî de dijîyan. Ji bo lêkolînerên ku lêkolîna dîn û rê û rêbazên ayînî û efsanewî dikin rêbereka baş û kêrhatî ye.
Berhem ji 665 rûpelan pêk tê.