Şano, ji hunerên din cuda bi destpêka jiyana miro- vahîyê re dest pê dike. Şano, hunera férbúna jiyanê ya mirovan e. Jixwe taybetmendiya nemirdebûna şanoyê jì về derê têt. Koka şanoyé, di têkiliyên miroven dest- pêkê û xwezayê de veşartiye. Mirové destpêké, ji bo bikaribe bi xwezayê re jiyaneke hevahengî bibe seri, xwe li hemberî rûdan û kawdanên xweristé biparêze ú serpêhatiyên xwe bi toxmê xwe re parve bike, hunera xwe ya jiyanê bi nîşan ú tevgerên bedeni fêri zarok ú derûdora xwe dike. Wekî nimûne: ji sedema hêj zimanê peyvînê bipêşneketî pê de dayika maziçin (berhevkara kiştükali) hunera xwe ya vēkdan û berhevkirina pēdivi- ya xwarin û vexwarinê, bavê nêçîrvan jî hunera xwe ya nêçîrvanîyê bi tevgerên laşê xwe nîşa zarok ûú lipaşha- tiyên xwe dikin.
Li ser tahtên şikeftên welatê me yên ji serdema Mezolîtîkė mayîn (Beri Îsa 60-15 hezar sal) wêneyên mirovên ku kevilen heywanan dane ber rûyên xwe: kevil di destê xwe gerandî û bi wan tevgeren ritmik temsilan dikin, tên dîtin. Ev wekî rûpêç û konstūmėn
destpêkê û mînaken ewil yên şanoyé têne pejirandin. Rūpėç, rêyeke gelek bi bandor e ji bo kes nasnameya xwe bi pêş bixe û bi awayekî giştî hebûnên cur bi cur temsil dike.