“Tevina şevê ji hev ket.
Şev sistopisto bû. Derizî.
Herifî û belav welav bû.
Xelek bi xelek hilweşîya. Şev pelate bû.
Tevlihev bû. Şevê aqilê xwe winda kir.
Destê ronahîyê ew –ziwabûyî- li ser werîsên qorzîkên hemdemî hilawist.
Sibeha payîzê bi çilmisîn, di wê rojê de, di xaka orkîda hêşîn de, hêşîn hat.”
“Kurê min û hevalên xwe, her çend rojan, diçûn Deryaçeya Ûdinê ya li tenişta Mortivîkê da ku ji xwe re nêçîra masîyan bikin; carekê min rêhevaltîya wan kir”, Selîm Berekat dibêje.
“Ez li ser qurmê dareke pelixî rûniştim û min li deryaçeyê temaşe kir û li wir, ji nişka ve, û bi hêzeke bêhempa, ez tê gihîştim ku ez êdî nema dikarim vegerim bajarê xwe Ithakayê. Odîsîyos nêzîkî deh salan winda ma berî ku vegere Ithakayê û va ye ez nêzî 37 salan winda me. Ji bo min, dem dereng maye. Bi kurtasî, ez li ber Mortivîkê giham kutahîyê û ez tê gihîştim ku ez êdî nema dikarim vegerim wir. Heger wê bîstekê kêrikek li ba min hebûya, min dê rehên destên xwe bibirîna”, Selîm Berekat, di hevpeyivîneke xwe de, vê kurteromana xwe bi vegotina vê bûyerê rave dike. Piştî her du jîyannameyên wî: “Kulîya Hesinî” û “Ka Bilind Bike, Dengê Borezanê Heta Bi Dawîyê Bilind Bike!” Em êdî li ber jîyannameya derûnî ya Selîm Berekat in. Jîyannameya hest û birînên bîyanistanê; jîyannameya nifşekî têkçûyî li beranberî xwenine qerase; jîyannameya welatê ku wî qet ew nas nekiriye. Ma ne ew e yê ku di hevpeyivîneke xwe ya din de weha dibêje: “Min welat nas nekiriye heta ku ez mişexteyê nas bikim.”
Zimanekî herikbar, qayîm û çetin; bûyerine giran û mînandinine seyr û sosret.
Kurteromaneke hewl dide ku wate û têgiha bîyanîtîyê bipelîne.
Kurteromaneke ku xwîner şaş û mendehoş dimîne li pêşberî tevin û zimanê wê.