Romana “Mirîşka ku divîya bifire” romaneka klasîk a Koreya Başûr e ku nivîserê wê mîna çîrokên “Kelîla û Dumna”yê li ser zarê candaran behsa derd û azarên piranîya xelkê Koreyayê dike ku nekarîn bi azadî derbibirin.
Her çende ev roman para bêtir jê di çarçoveya edebîyata zarokan da ye, lê di gel vê yekê jî bûye romaneka cîhanî û zêdetir ji du milyon pirtûk jê hatine firotin û ji bo nêzî 28 zimanên cîhanê hatiye wergerandin. Loma min xwest ku xwendevanên me yên kurd jî ji xwendina wê bêpar nemînin, pê ra jî pirtûkxaneya kurdî pê zengîn bibe.
Ev roman serpêhatîya mirîşkekê vedibêje ku di nava pînikekê da hatiye zindankirin û rojane hêkan ji xweyê xwe ra dike, lê xewna wê ya sereke ew e ku rojekê ji rojan li ser hêkeka xwe kurk bikeve û bi çavên xwe bibîne dema hêka wê dibe çîçelok. Loma timî hewl dide ku bireve û jîyana xwe ya mayî li çolê bi azadî biborîne û rê li ber hemû astengîyên ku tûşî wan bê bigire.
Ev roman baştirîn nimûne ye li ser wênekirina azadîya kesayetî her wiha revîna ji rasteqîna ku mirovî nekarî bi duristî tê da bigihêje hemû xewn û hêvîyên xwe. Lê tê negihaşt ku ev reva han jî têrê nake ku jîyana dahatî dê ji metirsî û arîşeyan şûştî be. Ango mîna çîroka wan ciwanên ku hewl didan welatî bi cih bihêlin û qesta welatekê din bikin da ku jîyaneka aram û bextewer bijîn, lê belê, li wan welatan jî ew kes rastî jîyaneka din a aloz û dijwar dibin û ne dûr e ku rêwîtîya xwe temam nekin, bi rê da gîyanê xwe ji dest bidin.