Mîrektiya Erdelanê

6,99  5,94 
-15% Erzanî

ISBN: 9786059413589

40% Serkeftina Hilberê

Kargoya belaş

Kirîna ewledar

SKUNU-035
Status3 Di stokê de hene

Ev xebat ji wergera beşa yazdehem ya berhema Mihemed Şerîf Qazî ya bi navê Zubdetu’t Tewarîxê pêk tê. Herwiha di vê xebatê de nêrîta dîroknûsiya Erdelanê, dîroknasên vê ekolê û berhemên wan hatine nasandin. Zubdetu’t Tewarîx ji aliyê qaziyê Senendecê Mihemed Şerîf Qazî ve di sala 1800î de hatiye temamkirin. Berhem ji duwazde beşan pêk tê û beşa yazdehem di derbarê mîrektiya Erdelanê de ye. Di vê beşê de Qazî di derheq esl û nesebê Kurdan û dîroka mîrektiya Erdelanê de agahiyan dide. Herwiha têkiliyên mîrektiyê yên bi desthilatdariyên Îranê û yên bi dewleta Osmanî re jî di berhemê de cih digrin. Zubdetu’t Tewarîx piştî Şerefnameyê duyemîn berhema Farsî ye ku di derbarê Kurdan û mîrektiya Erdelanê de agahiyan dihundurîne. Li aliyekî din ew ji bo Ekola Dîroknûsiyê ya Erdelanê jî bûye bingehek. Herçiqas li Tirkiyeyê di derbarê mîrektiyên Kurdan de xebat hatibin kirin jî li ser mîrektiya Erdelanê xebatên serbixwe gelekî kêm in. Ji ber ku jêderên têkildarî dîroka mîrektiya Erdelanê bi piranî Farsî ne ev yek dijwartir dibe. Em hêvî dikin ku wergera beşa yazdehem ya Zubdetu’t Tewarîxê û lêkolîna li ser nêrîta dîroknûsiya Erdelanê û danasîna dîroknasên vê mektebê wê bibe wesîle bo xebatên berfirehtir û ev xebat wê di vê qadê de valahiyekê dagire.

 

Agahî

Weight 0,15 lbs
Nivîskar
Weşanxane
Isbn
Pîvan
Rûpel
Sal

Gihandin

Marshallstraße, 10 35394 Gießen.Hemî siparîş bi hejmareka DHL’yê ya şopandinê tên şandin. Kargoya siparîşên di ser 50 € re her car belaş e. Di dema erzankirin û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe. Di dema firotina bierzanî û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe.

Vegerandin

Mak pirtûk, di navbera 30 rojên kirînê de (14 rojên di dema firotanê de) guhertin û paşvegerandina berhemên xisarnedîtî qebûl dike, (lê) bi şertê hûn meqbûza resen nîşan bidin. Li welatê ku danûstandin lê hatîye kirin, li her dikana xwe, em vê xizmetê ji we re dikin. Karê paşvegerandina we bi pirranî di navbera hefteyekê an hefte û nîvekê tê kirin. Piştî me kar û barê paşvegerandina we temam kir, em ê ji we re emaîla agahdarkirinê bişînin. Piştî ku me karê paşvegerandinê dest pê kir, ji kerema xwe ji rojekê heta 3 rojên karî, xwe li me ragirin heta ku em paşvegerandinê digihînin forma resen a peredayînê.

Alîkarî

Eger pirseka te an şayîşeka te he be, haya me jê çêbike. Email: info@makpirtuk.de Telefon: (+49)-1575 0649613