Mîr Muxtar Agahî
Çawa ku min jor de jî gotibû ku, mîzah-pêkenok jî beşek ji çand û hunera gelan e. Ger ew neyê nivîsîn, ew jî mehkumê windabûnê ye. Tu armanceka min nîn bû ku ez vê nivîsê binivîsim. Sedemê nivîsîna vê pirtûkê ew bû ku gelek caran, sohbetan de min hinek bûyerên rojane yên ku serê min de derbasbûne qise dikir, ev yek xweşa kurê min Zana diçû. Tiştên mîzahî yên rojane bûn. Zana ji min re digot ku, bavo tu çima van bûyerên balkeş nanivîsî? Ser israra Zanayê min biryar da ku ez binivîsim. Paşê kurê min Zana ji min re got: “Bavo gelê me pir mereqdarê kurdî xwendinê nîne, ger ku tu binivîsî, tirkiya wan jî binivîse ku, gel bikare bixwîne. Min ew neşikand, wexta ku virûsa Coronayê em mehkûmê malê kirin, dema neçariya me de min dest vê nivîsandinê kir. Pêşiyê min bi kurdî û peyre tirkiya wan jî nivîsî. Ev hemî bûyerên ku min nivîsîne, hemî an bûyerên adliyê de derbasbûne, an jî bûyerên Bazidê de qewimîne, an jî derbaz bûne. Ji ber vê hemû bûyerên herêmîne. Naveroka wan teva mîzahîne. Her bûyer, her çi qasî mîzahî be jî, çewtî, xeletî û kêmasiyên civatê nîşan dide û feydeyek wî heye. Gelek balkêş in û naveroka wan trajîkomîk e.