Mijaren Miqro

6,99  5,94 
-15% Erzanî

ISBN: 9789944108690

40% Serkeftina Hilberê

Kargoya belaş

Kirîna ewledar

SKUDO00037
Status1 Di stokê de hene
Categories
Çiya Mazî’nin eserî ve 2. Öykü kîtabi Mijarên Mîqro 14 öyküden oluşmaktadır. Öyküler genellikle kürtlerin bulunduğu yerlerde insanlar ilişkileri, insan ve devlet ilişkilerini konu edinmiştir. Pirtûka Çiya Mazî ya 2’yemîn e Mijarên Mîqro. Ji 14 çîrokan pêk tê. Çîrokên vê pirtûkê bi piranî li cihê ku kurd lê dijîn hatine holê. Têkiliyen mirovan bi hevdû re û bi dewletê re bûne mijara çîrokan.
Ji çîrokek pirtûkê:
(EM)
Em bist û sê heb bûn di qawişekê de. Di îloneke nermijî de, em ji bo tawanbariya “li ber erka hingizîn serî hildan” hatibûn girtin. Pir li me xistin û tiştên nemayê bi me kirin. Ji bo ku me tiştek nexist stuyê xwe; me mîz vexwar, me mişkê sax xist devê xwe. Çiçik û guliyên yarên me rê me dan, me got “bila em bimirin, ma çi xem e.” Em nepeyîvîn, ji bilî yekî ji me; li me mikur hat û hezar buxtan xist stuyê me. Bû sîxurê nava me û ezabê qawişa me. Em newêrîbûn bipeyîvana. Wî peyvên me dibir ji wan re, wan jî dihûnandin û filîm jê çêdikirin li navendê. Diviyabû em xelas bibana ji wî yê ji me. Bi rojan em fikirîn ji bo çareyeke xelasbûna ji wî. Tiştek tunebû ku me jê xelas bikira. Rojekê me biryar da; ew ji me çêbûbû, diviyabû tiştekî ji me ew biqewiranda. Me got: “bidin hevdû kêç û sipiyên navran, doxîn, doşek û lihêfên xwe.” Ne zahmet bû sipî hevdan. Di du rojan de me da hevdû, ji xwe, ji porên xwe, ji bin çengên xwe. Bi xwe dibûn top li nava paçikekî. Me şevekê ew topa spiyan, bi fenekê xist nava nivînên sixurê xwe. Carekê çû lê cardin şandin, me çalakiya kêç û sipiyan dubare kir. Cara sisiyan çû û hew hat. Me xwe ji wî kurmê bedena xwe xelas kir û em keniyan roja ku cara dawî çûbû ji nava me.

Agahî

Weight 0,35 lbs
Isbn
Nivîskar
Pîvan ,
Rûpel
Sal
Weşanxane

Gihandin

Marshallstraße, 10 35394 Gießen.Hemî siparîş bi hejmareka DHL’yê ya şopandinê tên şandin. Kargoya siparîşên di ser 50 € re her car belaş e. Di dema erzankirin û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe. Di dema firotina bierzanî û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe.

Vegerandin

Mak pirtûk, di navbera 30 rojên kirînê de (14 rojên di dema firotanê de) guhertin û paşvegerandina berhemên xisarnedîtî qebûl dike, (lê) bi şertê hûn meqbûza resen nîşan bidin. Li welatê ku danûstandin lê hatîye kirin, li her dikana xwe, em vê xizmetê ji we re dikin. Karê paşvegerandina we bi pirranî di navbera hefteyekê an hefte û nîvekê tê kirin. Piştî me kar û barê paşvegerandina we temam kir, em ê ji we re emaîla agahdarkirinê bişînin. Piştî ku me karê paşvegerandinê dest pê kir, ji kerema xwe ji rojekê heta 3 rojên karî, xwe li me ragirin heta ku em paşvegerandinê digihînin forma resen a peredayînê.

Alîkarî

Eger pirseka te an şayîşeka te he be, haya me jê çêbike. Email: info@makpirtuk.de Telefon: (+49)-1575 0649613