Mêzîn

6,99  -10% 6,29 

ISBN: 9786059017442

40% Serkeftina Hilberê

Kargoya belaş

Kirîna ewledar

SKUNA-24
Status3 Di stokê de hene
Categories

Çavê wî wekî daristanekê bû ? te dî daristaneke ku ez jî di nav de; û dora wê çîtkirî. em nêzî hev bûn, bêyî em di ferqê de bin; wekî şivek terr ku tu bitewîne û gava tu berde dîsa bê hev. ne min çavên xwe kurkutandin, ne wî. em wilo mabûn sekinî. ji jêr ve serê tiliyên me gihan hev, destê min e’nitî. min destê xwe li destê wî şidand, xwe avêt bergeha bîbikên wî û min cardin xwe dî. çavên me nêzî hev bûn, çavek bû du çav, pehn û dirêj bûn, bêvil ket nav, di nav birhan de çavekî din çêbû; bûn sisê. hilma gere li ser rûyê min, dev vebûn ? ê me her duyan; lêv, wekî masiyê ji avê derketî û li bersikratê, çûn û hatin; bi hêdî, ketin nav hev; lêvawî î jêr di neqeba lêvên min de, a min î jor di nav ên wî de. bêhna pozan, diran di binê lêvan de gincirîn; wek libek tiriyê sibehê, berî ku tav bidiyê ? hênik. serê zimanan giha hev; bê peyv. kerrînî bi guhan ket, dil kutkutî, bêhn qutqutî, hiş tevlihev. serê me hinekî vekişiya, ez gêj bûm, xweşiyekê xwe li min danî; weke nîvsermestiya şerabê a qedeha ewilî. me bi hev re deriyê çavan li hev girt; me hevdu dîl girt. Mijank bûn wek pelên daran, me sitra û me nema xwe dî.

 

Agahî

Weight 0,35 lbs
Nivîskar
Weşanxane
Rûpel
Sal
Ziman

Gihandin

Marshallstraße, 10 35394 Gießen.Hemî siparîş bi hejmareka DHL’yê ya şopandinê tên şandin. Kargoya siparîşên di ser 50 € re her car belaş e. Di dema erzankirin û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe. Di dema firotina bierzanî û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe.

Vegerandin

Mak pirtûk, di navbera 30 rojên kirînê de (14 rojên di dema firotanê de) guhertin û paşvegerandina berhemên xisarnedîtî qebûl dike, (lê) bi şertê hûn meqbûza resen nîşan bidin. Li welatê ku danûstandin lê hatîye kirin, li her dikana xwe, em vê xizmetê ji we re dikin. Karê paşvegerandina we bi pirranî di navbera hefteyekê an hefte û nîvekê tê kirin. Piştî me kar û barê paşvegerandina we temam kir, em ê ji we re emaîla agahdarkirinê bişînin. Piştî ku me karê paşvegerandinê dest pê kir, ji kerema xwe ji rojekê heta 3 rojên karî, xwe li me ragirin heta ku em paşvegerandinê digihînin forma resen a peredayînê.

Alîkarî

Eger pirseka te an şayîşeka te he be, haya me jê çêbike. Email: info@makpirtuk.de Telefon: (+49)-1575 0649613