Cografyayek ku însanên lê dijîn ‘gulên wan şikestî’ne! Zimanê ku biwêja,” gula şikestî” dihewîne. Li wê cografyayê, bi wî zimanî, ji lekeyên li jiyanê mane bi sêwirîna wan lekeyan re lêkirina çîrokan; bi kurteyek wisa kunyeyek piçûk bo kitêbek belkî were çêkirin.
Meyman, wekî kodên cografyayekê, êşên jinê-şer-dengbêjî-eşq, kalîûpîrî û sirgûnî ji xwe re kirine mijar.
Di çîroka bi navê “Dalê” de pira ku tê avakirin her hildiweşe, ji bo ku pir hilneweşe xwîna “qîzekê” divê! Her kurd dikare bêje, ev dîroka gelê kurd e…
Ku avakirina pirekê xwîna qîzekê xwestibe avakirina welatekî çi xwestî ye/dixwaze ji kurdan? Sehneyên di çîrokan de bi awayek bersiva vê pirsê ne; bavekî, demançe di dest de ye, ê bi navê namûsê keça xwe bikuje… Fatîmeya evîndar a ku pê li mayînekê kiriye bi teqîna mayînê re ew û mirîşka di dest xwe de parçe dibin, ji evîndarê xwe dixwaze mirîşka wê jî pê re veşêrin… Ew kalê ku ji ber şer sirgûnî ye, bi keviran re diaxive… Êşên dibistanên leylî…
Bi tevî ew qas karesetan nivîskar hewl daye ku xwendevan neêşe, pê re bifikire. Di dosyayê de çîrokeke bi navê “Çîrokên sergirtî” heye ku nivîskar pirsekê ji heman civaka karesetan dijî dike, ‘Divê carna em pirsan ji xwe jî bikin”
Em li çîroka bi navê Dalê vegerin. Di wê çîrokê de karekter wisa dibêje:
“Ya dilê xwe bike gotinên çîrokan”