Mem û Zîn (Bi Kurdîya Îro)

14,90  13,86 

ISBN: 9789944382519

40% Serkeftina Hilberê

Kargoya belaş

Kirîna ewledar

SKUAVES-059
Status5 Di stokê de he ne

Mem û Zîn (Bi Kurdîya Îro) Agahî

Ji dema Ehmedê Xanî de heta destpêka sedsala 20an zimanê kurdî yê nivîsandinê zêde nehatibû guhertin. Jixwe herfên latînî hîn nehatibûn meydanê û her kurdekî dikaribû Mem û Zînê bixwîne û kêm zêde jê fam bike. Lê piştî tevgera kulturi, êdî hêdî hêdî kurd dûrî klasîkên xwe çûn û her ku çû ji mîratê xwe yê wêjeyî qutbûn. Pêşketina zimanê kurdî û bizavên nivîsandina bi kurmanciya paqij ev qut bûn bêtir bi cih kir û êdî ew peyvên di berhemên klasik de ku nîşana ciwaniya wan berheman û şarezayî û hostetiya nivîskarên wan bûn, bûne kelem li ber fêmkirin û têgihiştina wan berheman.

Mem û Zînê jî ji cûreyê tekstên ku girtî ne û herkes niha tê nagihîje. Ji ber vê yekê pêwistiya şîrovekirina vê tekstê hebû. Ev xebat ji bo ku Mem û Zîn bi hêsani li ser zimanan bigere û bîrûbaweri û hizrên Xanî zindî bimînin hatiye meydanê. Em hêvîdar in ku ev xebat bibe pireke xurt di navbera xwendevanên îro u Ehmedê Xanî û berhema wî de.

 

Klasîkên edebî yên zimanekî rumet û serbilindiyê wî ziman î ne. Her edebiyat û ziman jî li gor derfet û şiyanên afirînerên xwe berhemên mezin encam dane ku ew di heman demê de di rêza berhemên mezin ên mirovahiyê de jî cih digrin. Mem û Zîna nemir Ehmedê Xanî jî yek ji wan klasîkan e û sertaca klasîkên kurdî ne ku ji sê sed salî zêdetir e di edebiyata kurdî her li lûtkeyê ye. Evîna Mem û Zînê di şairtiya Xanî de bi awayê herî estetîk û tenik berceste bûye, bûye çavkaniya sereke ya her evîndarê dilsoz yê helbestê û zimanê kurdî.

Agahî

Weight 0,29 lbs
Nivîskar
Weşanxane
Kategorî ,
Rûpel
Sal
Ziman
Isbn
Pîvan

Gihandin

Marshallstraße, 10 35394 Gießen.Hemî siparîş bi hejmareka DHL’yê ya şopandinê tên şandin. Kargoya siparîşên di ser 50 € re her car belaş e. Di dema erzankirin û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe. Di dema firotina bierzanî û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe.

Vegerandin

Mak pirtûk, di navbera 30 rojên kirînê de (14 rojên di dema firotanê de) guhertin û paşvegerandina berhemên xisarnedîtî qebûl dike, (lê) bi şertê hûn meqbûza resen nîşan bidin. Li welatê ku danûstandin lê hatîye kirin, li her dikana xwe, em vê xizmetê ji we re dikin. Karê paşvegerandina we bi pirranî di navbera hefteyekê an hefte û nîvekê tê kirin. Piştî me kar û barê paşvegerandina we temam kir, em ê ji we re emaîla agahdarkirinê bişînin. Piştî ku me karê paşvegerandinê dest pê kir, ji kerema xwe ji rojekê heta 3 rojên karî, xwe li me ragirin heta ku em paşvegerandinê digihînin forma resen a peredayînê.

Alîkarî

Eger pirseka te an şayîşeka te he be, haya me jê çêbike. Email: info@makpirtuk.de Telefon: (+49)-1575 0649613

Berhemên Nîvîskar