Mehmed Mîhrî Hîlav u Kovara Kurdistan

9,11  7,74 
-15%% Erzanî

ISBN: 9786059073097

-
+

40% Serkeftina Hilberê

Kargoya belaş

Kirîna ewledar

SKUBESIKCI-020
Status1 Di stokê de hene
Categories,

Destpêka çaryekê serdema 20an, ji alîyê dîroka modern a sîyasî û netewetîya milletê kurd ve, dewreyek pir girîng û despêka statuyek nû ye. Xebatên çapemenî, rojnamegerî û rêxistinî yên milletê kurd di vê demê de geş dibin. Di vê dewreyê de rojname û kovarên wekî Kurdistan, Rojnameya Hevkarî û Pêşkevtin Kurdan, Şerq û Kurdistan, Rojî Kurd, Hetavî Kurd, Serbestî, Jîn û kovara Kurdistan hatine belvakirin. Kurdistana Mîdhed Mîqdad Bedirxan û rojnameya Şerq û Kurdistan ne têde, yên mayî ji alîyê komele û rêxistinên wê demê ve hatine çapkirin. Di nav rûpelên van weşanan de; li ser rewşa perwerdeyî, kulturî, dîrokî, civakî û sîyasî ya wê demê gelek nivîs û nirixandinên balkêş hatine belavkirin. Ku em bala xwe bidin naveroka wan, babet û meseleyên ku berîya sed salan hatine gengeşekirin, îro jî bi germayî di rojeva me de ne. Lêbelê xabatên ku li ser weşanên navborî û rewşa civakî û sîyasî ya wê demê hatine kirin, gelek kêm in. Bêyî ronîkirin û têgehîştina wê demê, rast xwendina îro û pêşdîtinên li ser dahatûyê, dê gelek kêm bimînin. Ku em van weşanên navborî, wek zincîreke xebata di wê dewreyê de qebûl bikin, xebata ber destê we, ronahîyek dide li ser heleqeyek ji wê zincîrê.

Berhemên Nîvîskar