Lîrîka Berbangê- Mewlûd Oguz
“Ev maweyek e bi baldarî bala min li ser şi’ra me ye ku bi min qedr û qîmetê ristin û lihevanîna ahengê ya digel hizr û fikrê piçekî bi aloz dixuye. Ev jî rê nade ku avahiyeke şi’rê ya bi rêkûpêk bilind bibe. Lew şi’r ne tenê ji ruhsarî û çawaniya wê tê. Divê derd û xemeke şi’rê hebe ku bixwaze bo destnîşankirin û çareseriya wê jî hewl bide. Ku mebest ev be nexwe divê ‘duh’ jî bibe parçeyekî vê prosesê û li gor çarçoveya ‘duh-niha û sibe’ dirûv û teşe bigire. Bi kurtî şi’ra dahatûyê dê bi berhevanîn (total) û berdewamiya giştî pêk were.
Dema bi hûrgilî û bi baldarî xwe bera hundirê şi’ra Mewlûd Oguz didî tu li vê rastiyê diwerqilî, tu dibî şahidê vê helwesta wî ya ku her bi silavdayîn û ji deynkirina peyvekê pêk tê. Ew bi xwendin û serdana xwe ya li dibistana yên beriya xwe, rist û şi’rên aram bi teql û efsûn lêdike. Wek ku bibêje, dixwazim şi’ra xwe bikime ‘nîzam û întîzamê.’
Mewlûd Oguz, bi ferhengeke henûn, dengekî aram û nerm û bi hizra xwe ya ku wek şekirê çayê têkelî ristan bûye, mizgîniya şa’irekî ji me û xweser û resen radigihîne me; bi kêrên porê xwe, lîrîka berbangê, bîstanê stêran, şekirsêvekê, berberoya di rukûyê de, lêkereke kesk, hokereke sor, helwesteke pola, desthilata saadetê û hwd. ew hêma û lihevanînên vê rastiyê ne. ‘Lîrîka Berbangê’, çi civakî, çi takekesî, rengê coş û peroşiya me ye. Min bi tahm û zewqeke xweş şi’rên di vê pirtûkê de xwendin. ‘Pêjna lingê şairekî baş’ ji wan tê…”