Zulmat Beg, Ziboyê serşivanê Gundê Gewro isal bi tena serê xwe şandibû ber pêz û jê re gotibû ewê paşê çend kuçik bide wi. De were keriya qirase bi tena serê xwe bêyî kuçikan idare bike! Nexasim jî bi şevan! Ji tirsa gûr û çeqelan dilê Zibo wekî aşê seradê lê dida. Holika xwe ya sala par ku ji bo parastina baran û tîna rojê û razana şevê; bi qirş, dar û pariyên naylonê saz kiribû, îsal bi zor û heft bela di nava çend rojan de çêkiribû. Di salên bori de wî ev kar di nava rojekê de dikir. Rebeno vê carê ji ber bizinan derfet nedîbû ku zûtir holika xwe lê bike. Bi gav û saet li pey wan bû. Ya bi xêr ji ba Xwedê ku vê carê baran nebarî bû û rezil û riswa nebûbû! Ji ber ku bizinan dabû hev, êdî dikaribû bi reheti berika xwe raxe ber holikê û ji hewana xwe ya avê re jî cihekî baş bibine. Hinek çavên xwe bigirta û raza dê çawa bûya gelo? Kûmê xwe ji serê xwe derxist û bi hinceta balgivê, li ciheke baş dani. Dema ku çavên wî çû ser keriya bizinan ku her yek bi ciheki ve belav bûye, dev ji niyeta razanê berda. Bêhna wî teng bibû. Bi awayekî hêrsbûyî xwe bi xwe got: “Tifi li we! Pezé ku dibêjin; zindiq jî li xwediyê xwe çûye. Jixwe gotina weliyan e Keriya ku li xwediyê xwe neçe heram e! Ma qey ne pezê Zulmat Beg e? Pezê wî jî lê çûye! Ka lê binêre lo, pezê wî berazî ji êma ber xwe naxwe, ilehîm wê bibeze cihên dûr ku biçère. Ziqûma li ber xwe bixwin ha!”
ISBN 978-8794-67-1