Le Monde Diplomatique Kurdî – 73

5,50  -10% 4,95 

40% Serkeftina Hilberê

Kargoya belaş

Kirîna ewledar

SKUROJNAME-73
Status22 Di stokê de hene
Categories

Naveroka Hejmara 73yê

Hejmara tîrmehê ya @diplokurdi bi naverokeke berfireh û gotarên curbicur li ber çapê ye! Di demeke nêzîk de li seranserê Almanyayê û li cihên sereke yên wekî Fransa, Swêd û Tirkîyeyê li benda xwendevanên xwe ye!

Modela Meloni – Benoît Bréville (ji fransî: Bilal Ata Aktas)
Rojhilata Navîn: pêjna femînîzmeke nû tê – Hicham Alaoui (Ji îngilîzî: Sehmus Kurt)
Li Tirkîyeyê Hilbijartin, Burokrasîya Şerî û Meseleya Kurdan – Harun Ercan (Ji tirkî: Yehya Omerî)
û IRAyê çekên xwe danîn – Daniel Finn (Ji fransî: Sabahattîn Kayhan)
Pêlên reş ên cureyekî nû – Mohamed Larbi Bouguerra (Ji fransî: Yaqûb Karademîr)
Kaptagon, felaketeke nû ya li Rojhilata Navîn – Clément Gibon (Ji fransî: Sîbel Er)
Têkçûna tedrîcî ya psîkîyatrîya giştî – Emmanuel Venet (Ji fransî: Yaqûb Karademîr)
Ji sîyaseta rastgir ya navendî ber bi sîyaseta faşîzmê: Partîya Gel ya Spanyolî – Maëlle Mariette (Ji fransî: Nebîyê Dûro)
Silicon Valley li dijî geşedanê – Anton Jäger û Daniel Zamora (Ji fransî: Luqman Guldivê)
Tevgera Kurdî, Hilbijartin û Siberoj – Yektan Turkyilmaz (Ji tirkî: Ferec Koyistanî)
Gelî pêşîyên me, gelo dinya gulek bû an kulek? – Mehmet Masum Oral
DANASÎNA KITÊBAN – Şahnameya Kurdan Civîna Nemiran – Amadekar: Înan Eroglu

 

 

Rojeva Kurdan û Tirkîyeyê
Hilbijartinên gulana 2023yan yên li Tirkîyeyê bi dawî bûn lê bandora wê û nîqaşên li derdorê sîyaseta kurdan û ya tirkan berdewam in. Siberojeke çawa li pêşîya sîyaseta kurdan e? Burokrasîya li Tirkîyeyê û şerê wê yê ligel kurdan û bizava sîyaseta kurdan ya derketina ji vê tengavê… Di vê hejmarê de em li dûv van mijaran du gotarên berfireh hatine nivîsîn. Dîsa Mehmet Masum Oral ji seqaya edebî ya civaka me dibêje; Gelî pêşîyên me, gelo dinya gulek bû an kulek? û ji bo vê dosyeyê di qismê danasîna kitêban de, Înan Eroglu kurtenivîsek li ser berhema Mela Ehmedê Paloyî, Şahnameya Kurdan, Civîna Nemiran, nivîsî.

Rojeva Cîhanê
Pêhla femînîzmeke nû ya li Rojhilata Navîn, IRA û proseya çekdanîna wê û cedela wê ya ligel hikûmetên Îngilîz, li Spanyayê Partîya Gel a rastgir û şopên faşîzmeke tund, Kaptagon, madeya hişbir û bazara wê ya berfireh li Rojhilata Navîn, û bi çendîn gotarên din rojeva cîhanê di nava rûpelên vê hejmarê de cihê xwe digire.

Agahî

Weight 0,30 lbs
Nivîskar
Weşanxane
Ziman
Sal

Gihandin

Marshallstraße, 10 35394 Gießen.Hemî siparîş bi hejmareka DHL’yê ya şopandinê tên şandin. Kargoya siparîşên di ser 50 € re her car belaş e. Di dema erzankirin û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe. Di dema firotina bierzanî û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe.

Vegerandin

Mak pirtûk, di navbera 30 rojên kirînê de (14 rojên di dema firotanê de) guhertin û paşvegerandina berhemên xisarnedîtî qebûl dike, (lê) bi şertê hûn meqbûza resen nîşan bidin. Li welatê ku danûstandin lê hatîye kirin, li her dikana xwe, em vê xizmetê ji we re dikin. Karê paşvegerandina we bi pirranî di navbera hefteyekê an hefte û nîvekê tê kirin. Piştî me kar û barê paşvegerandina we temam kir, em ê ji we re emaîla agahdarkirinê bişînin. Piştî ku me karê paşvegerandinê dest pê kir, ji kerema xwe ji rojekê heta 3 rojên karî, xwe li me ragirin heta ku em paşvegerandinê digihînin forma resen a peredayînê.

Alîkarî

Eger pirseka te an şayîşeka te he be, haya me jê çêbike. Email: info@makpirtuk.de Telefon: (+49)-1575 0649613

Berhemên Nîvîskar