Lalîxan, li mehîna ku Mîrê Cizîrê dayî Derwêş Axa suwar e. Hesam jî li cuwanîya wê mehînê suwar e. Mehîna di bin Lalîxanê de wekî cuwanî- ya xwe dibîne dihîre. Cuwanî jî wekî dîya xwe dibîne qesta dîya xwe dike.
Lalîxan ji pîrekên berbûlîyan dipirse: Ev suwarê bi alîyê me ve tê kîye?
Berbûlî dibêjin: “Ew Hesam e.”
Wekî Hesam nêzîkî Berbûlîyan dibe, Lalîxan serûka xwe ji ser serê xwe radike. Spehîtayîya Lalîxanê roj bû li pêşberî Hesam. Hesam wek berfa nîsanê xwe li ber tîrojên tava Lalîxanê nedi- girt. Bedewîya wê çavên Hesam kor kirin. Awirê çavê Lalîxanê, Hesam melûl û bêçare kiribûn. Ew awirên tehditkar, wek tîroja birûskê di giranîya çavên Hesam de xwe diberdan rayê qolinca wî. Wan awirên dijwar, hiş û sewdan di bedena Hesam de fetisandibûn. Ji qehra di kunkê pozê Hesam re xûnê avêt. Hesam serserkî li erdê ket. Spehîtayîya Lalîxanê bû êş û elem. Mejî ji sêrî çû. Hesam ne dîn bû lê hal gihayê. Hesam ji erdê radikin.Wekî Lalîxan, bejn û bala Hesam dibîne, ne bi dilekî bi sê sed dilî dil dikeve Hesam.
Lalîxan van çend gotinan dibêje: “Hesamo dîno çiqas dîn î,
Qey ji hire (ji vir) û Xesxêr terafê Şamê bû,
Tu jinmam û dohmamê,
Dişîyênî xwazgînî.”
Lalîxan
12,15 € 10,33 €
-15% Erzanî
ISBN: 9786256963573
40% Serkeftina Hilberê
Kargoya belaş
Kirîna ewledar

Agahî
Weight | 0,30 lbs |
---|---|
Nivîskar | Halil Aktuğ |
Weşanxane | Peywend Yayınları |
Rûpel | 183 |
Sal | 2024 |
Ziman | Kurmancî |
Isbn | 9786256963573 |
Gihandin
Gryphiusweg 12 68307 Mannheim.Hemî siparîş bi hejmareka DHL’yê ya şopandinê tên şandin. Kargoya siparîşên di ser 19.99 € re her car belaş e. Di dema erzankirin û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe. Di dema firotina bierzanî û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe.
Vegerandin
Mak pirtûk, di navbera 30 rojên kirînê de (14 rojên di dema firotanê de) guhertin û paşvegerandina berhemên xisarnedîtî qebûl dike, (lê) bi şertê hûn meqbûza resen nîşan bidin. Li welatê ku danûstandin lê hatîye kirin, li her dikana xwe, em vê xizmetê ji we re dikin. Karê paşvegerandina we bi pirranî di navbera hefteyekê an hefte û nîvekê tê kirin. Piştî me kar û barê paşvegerandina we temam kir, em ê ji we re emaîla agahdarkirinê bişînin. Piştî ku me karê paşvegerandinê dest pê kir, ji kerema xwe ji rojekê heta 3 rojên karî, xwe li me ragirin heta ku em paşvegerandinê digihînin forma resen a peredayînê.
Alîkarî
Eger pirseka te an şayîşeka te he be, haya me jê çêbike. Email: info@makpirtuk.de Telefon: (+49)-1575 0649613
Dibe ku ev bala we bikişînin
-
Evdalê Zeynikê; Şairê Efsanewî Yê Kurdan
- Nivîskar: Ahmet Aras
- Weşanxane: Nûbihar Yayınları
14,95 €12,71 €
-15% Erzanî Têxe Tûrik -
Wehşê Di Hundirê Min De
- Nivîskar: Helîm Yûsiv
- Weşanxane: Peywend Yayınları
11,99 €10,19 €
-15% Erzanî Têxe Tûrik -
Sîwad
- Nivîskar: İdris Erenç
- Weşanxane: Sîtav Yayınevi
16,39 €13,93 €
-15% Erzanî Têxe Tûrik -
Hêlîna Xewnan
- Nivîskar:
- Weşanxane: Name Yayınları
8,72 €7,41 €
-15% Erzanî Têxe Tûrik -
Hawar
- Nivîskar:
- Weşanxane: Avesta Yayınları
6,89 €5,86 €
-15% Erzanî Têxe Tûrik -
Deftera Sor
- Nivîskar: Hesenê Metê
- Weşanxane: Avesta Yayınları
7,92 €6,73 €
-15% Erzanî Têxe Tûrik