Kurdiya Pratik -Pratik Kürtçe 2. Baskı

12,67  11,78 

ISBN: 9786257085663

40% Serkeftina Hilberê

Kargoya belaş

Kirîna ewledar

SKUNA120
Status2 Di stokê de hene

Dil ve düşünce oluşu uzun bir süreç olup, içinde büyük birikimler barındırmaktadır, bilim insanları bu süreci, geçmiş  iki milyon yıla kadar dayandırılmaktadırlar, bu  süreç, her neslin tecrübe  aktarmasıyle oluşmuş  birikmiş ve çoğalmıştır, böylelikle, dilin temeli yavaş yavaş oluşmaya başlamış, olgunlaşmış, kemale ermiş  ve insanların  birbirine  anlamaları, ilişki kurmaları, eserleri birbiriyla paylaşmaları, birbirilerini daha iyi tanıma  ve yakınlaşmalarının  tek iletişim aracı olmuştur,  bu da, insanları, toplumları ve değişik  kavimlar  arasında ilişki kurmaya vesilesi olmuştur.

Kürtçe dilinin durumuna bakıldığında, araştırma ve geliştirme temelinde, Mir Celadet Ali Bedirxan’ın çalışmasını ayrı tutarsak,  ne yazık ki, birçok tarihi, toplumsal ve politik kuşulardan ötürü, kürtçe dilinin gelişmesi için, gerektiği kadar ve önemde çalışma meydana çıkmamıştır.

Ülkenin kuzeyinde, 2000’li yıllardan sonra, TZP şemsiyesi altında 2006 da ‘’Kurdi Der’’  derneği kuruldu, bununla birlikte, Kürtçe dili ve edebiyatıyle ilgili bir çok somut ve gözle görülür  çalışmalar yürütülmüş, bir çok dilbilgisi ve eğitici kitaplar yayınlanmıştır, bölgede ve birçok Türkiye  şehirlerinde Kurdi Der şubeleri açılmıştır.

Kürtçe dilinin resmi okulları olmadığından, öğretim ve eğitimi yalnızca kurslar vastasıyle yapılmaktadır, bundan dolayı, eğitim kitaplarına ihtiyaç meydana çıkmıştır, bunu gördüm ve  bu nedenle hazırladığım  ‘’kurdiya pratîk’’ adında ilk denema kitabım 2015 yılında yayınlandı.

Elinizdeki bu ikinci kitabım ( Kurdiya Pratîk-2 )  kendi kendine, dışarıdan yardım almadan Kürtçe dilini öğrenmek isteyenlerin kolayca öğrenebileceği şekilde hazırladım.

kürt dili hakkında bazı bilgileri sunmak istiyorum; kürt dili, en büyük dil gurup olan Hint – Avrupa  dil grubuna mensup, İran kolundan, kuzey batı dil ailesindendir.  Zerdeşt Avesta kitabının yazıldığı Med dili,  parthi ( pehlewi) dilidir ki aynı zaman da Kürtçe dilinin atası sayabileceğimiz bir dildir.

Kürtçe dilinin birkaç lehçesi vardır, bu lehçeler şunlardır:  kurmanci, sorani, gorani (hewremani), kurmancki (dımıli-zazaki) ve lori.

Bu kitapta,  dilbilgisi konular ve diyalog başlıkları çoğaltılarak öz ve açık şekilde yazılmıştır, okurların faydalanabileceği ve bilgisini artırabilecek birçok konu vardır, kitabın sonunda da küçük bir sözlük de eklenmiştir.

Bu kitapta, diyalog bölümünde, okurların Kürtçe kelimeleri daha kolay telaffüz etmeleri için, Türkçe ve Kürtçe cümleler dışında, Kürtçe cümlelerin okunuşu Türkçe harflerle ya-zılmıştır.

Umuyorum ki bu kitap Kürtçeyi öğrenmenizde yardımcı ola-caktır.

 

                      Ramazan Kaygısız   

Pêvajoya pêkhatina ziman û ramanê pêvajoyek pirr dirêje, ev pêvajo danheviyek mezin di xwe de dihewîne. Zanyar, pêvajoya ziman dighînin heta du milyon salên borî, bi tecrubeya her nifşî, ev yek dewr bûye, zêde bûye û bi vî awayî, hêdî hêdî bingeha ziman hatiye afirandin, guncaw bûye kemiliye û bûye amûra tekane ya ku mirov ji hevûdû fam bikin, têkiliyan bi hev re çêkin, berheman bi hev re parve bikin, hevûdû bêhtir binasin û nêzî hev bibin, ev jî dibe wesîleya têkiliyê di navbera mirovan, civak û neteweyên cûda de.

Dema em li rewşa zimanê kurdî dinêrin, di warê lêkolîn û pêşxistina ziman de, mixabin, ji bilî xebata Mîr Celadet Elî Bedirxan, di hola zimanê kurdî de, ji ber hin şert û mercên tarîxî  civakî û polîtik de, tu xebatên mezin û şênber derneketine holê.

Li bakurê welêt, piştî salên 2000 î  di bin banê TZP’ê di sala 2006 an de saziya ‘’Kurdî  Der’’ hat damezirandin, pê re, gellek  kar û xebatên şênber û berbiçav di qada ziman û wêjeya kurdî de hatin meşandin, gellek pirtûkên rêzmanî û hînker  hatin çapkirin, li gellek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê şaxên Kurdî Der ê  hatin vekirin.

Ji ber ku dibistanên fermî yên bi zimanê kurdî tune ne, zimanê kurdî, tenê bi riya qursan perwerdehî tê dayîn û tê fêrkirin. Lewma jî hewcedariya pirtûkên bi vî rengî derketin holê, ji ber wê jî, min pêwîstiya pirtûkek bi vî awayî dît û bîroka amadekirina vê pirtûkê bi min re çêbû.

Min pirtûka xwe ya ceribandinê ya ewil bi navê ( Kurdiya Piratik) di 2015an de çap kir. Ev pirtûka min ya duyemin ( Kurdiya Pratik-2 ) ya di destê we de, ji bo kesên bixwazin, ku xwe bi xwe, bê alîkariyekê ji derve bigrin, bikaribin bi hêsanî xwe hînî zimanê kurdî bikin, hatiye amadekirin.

Di vê navberê de, dixwazim hinek agahî, di derbarê zimanê kurdî de ji bo xwendevanên hêja pêşkêş bikim.

Zimanê kurdî ji koma herî mezin a zimanan, anku ji koma Hindo-Ewrûpî ye, ji malbata zimanê Îraniye, di nav vê malbatê de jî  zimanê bakurê rojavayê Îranê ye. Zimanê Medî ku pirtûka Zerdeşt Avesta pê hatiye nivîsandin, anku zimanê parthî (pehlewî), ku mirov dikare wekî kalikê zimanê kurdî bihesibîn e.

Zimanê kurdî xwediye hinek zaravayane, zaravayên sereke yên zimanê kurdî ev in:   kurmanciya jorîn (kurmancî), kurmanciya jêrîn(soranî), goranî  (hewremanî), kurmanckî (dimilî-zazaki) û lorî.

Di vê pirtûkê de, min mijarên rêzimanî û diyalogê pirtir û bi awayekî kurt û zelal bi cih kiriye,  gellek mijarên cûda cûda ku xwendevan ji bo bi pêşxistina hîndekariya xwe sûdê werbigrin  hene, û di dawiya pirtûkê de ferhengokek heye.

Di vê pirtûka xwe de ji bilî hevokên tirkî û kurdî, min bilêvkirina hevokên kurdî bi tîpên tirkî nivîsandiye, da ku xwendevan bi hêsanîtir bikaribe hevokan kurdî bixwîne û bilêv bike.

Ez hêvîdarim ku ev pirtûk di fêrbûna kurdî de alîkariya we bike.

 Ramazan Kaygısız    

Agahî

Weight 0,30 lbs
Nivîskar
Kategorî , ,
Isbn
Rûpel
Weşanxane
Ziman ,

Gihandin

Marshallstraße, 10 35394 Gießen.Hemî siparîş bi hejmareka DHL’yê ya şopandinê tên şandin. Kargoya siparîşên di ser 50 € re her car belaş e. Di dema erzankirin û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe. Di dema firotina bierzanî û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe.

Vegerandin

Mak pirtûk, di navbera 30 rojên kirînê de (14 rojên di dema firotanê de) guhertin û paşvegerandina berhemên xisarnedîtî qebûl dike, (lê) bi şertê hûn meqbûza resen nîşan bidin. Li welatê ku danûstandin lê hatîye kirin, li her dikana xwe, em vê xizmetê ji we re dikin. Karê paşvegerandina we bi pirranî di navbera hefteyekê an hefte û nîvekê tê kirin. Piştî me kar û barê paşvegerandina we temam kir, em ê ji we re emaîla agahdarkirinê bişînin. Piştî ku me karê paşvegerandinê dest pê kir, ji kerema xwe ji rojekê heta 3 rojên karî, xwe li me ragirin heta ku em paşvegerandinê digihînin forma resen a peredayînê.

Alîkarî

Eger pirseka te an şayîşeka te he be, haya me jê çêbike. Email: info@makpirtuk.de Telefon: (+49)-1575 0649613