Kurdistan û Prosesa Îslamkirina Kurdan

9,66  8,98 

ISBN: 9786056211232

40% Serkeftina Hilberê

Kargoya belaş

Kirîna ewledar

SKULIS-060
Status2 Di stokê de hene
Kategorî

Her civakek, çi qasî rabirdûya xwe û qonaxên guherînan nas bike, ew qasî dikare li ser erdnîgariya xwe, bi dînamîkên xweserî xwe bijî û bi hebûna xwe berdewam be. Gelê Kurd ê ku bi hezaran salan e li Kurdistanê, li ser axeke berfireh jiyaye, timî bi guherînên trawmatîk re rû bi rû maye, lê tevî têkçûnên derbaskî, hatiye di vê sedsalê re derketiye.Gelê Kurd bi saya serê rewşenbîr, lêkolîner, lêgerîner û wêjevanên xwe, dîroka xwe û wêjeya xwe sal bi sal zelaltir dike. Bi vî awayî, ji bo ku di warê ronîkirina dîroka Kurd û Kurdistanê de qonaxeke din jî zelaltir bibe, lêkolîna balkêş û hêja, Kurdistan û Prosesa Îslamkirina Kurdan, a ku nameya doktorayê ya Şiwan Osman Mistefa ye, ji aliyê Weşanxaneya Lîsê ve hate çapkirin.Mistefa ev berhem wekî name pêşkêşî Beşa Dîrokê ya Fakûlteya Zanistî ya Zankoya Silêmaniyê kiriye, desteya di binê serokatiya Prof. Dr. Keykawîs Nûrî Qeftan de, her wiha ji ber rastiya ku xebatên bi vî rengî kêm hatine kirin, ev xebat bi dereceyeke bilind nirxandiye û qebûl kiriye.Ev xebat, ji bilî agahiyên li ser erdnîgariya Kurdistanê ya beriya Îslamiyetê û ew dînên ku wê demê Kurdan perestine, di warê dîrokî de reng e bê gotin ku bi tenê li ser dewra xîlafeta Xelîfe Omer e. Ji ber ku ka Îslamiyet kingê hatiye Kurdistanê û Kurd çawa bûne Misilman, di çarçoveya dîrokî de, pirseke girîng e, xwendevan dê di vê berhemê de bi gelek zanyariyên bi hûrgilî bibîne ku Kurd di serdema vê xîlafetê de hatine dagirkirin. Kurd di warê civakî, dînî û aborî de tûşî guherîneke wisa bûne, ku heta wê demê di dîroka xwe de tûş lê nebûne.Kurdistan û Prosesa Îslamkirina Kurdan a Şiwan Osman Mistefa, bi zanyariyên têrtijî yên der barê vê qonaxa girîng a dîroka Kurdistanê de xwendevanan ronî dike.Bi wergera ji zaravayê Soranî bo zaravayê Kurmancî û tîpguhêziya ji tîpên Erebî bo tîpên Latînî ya Ziya Avci.

 

Agahî

Weight 0,35 lbs
Nivîskar
Weşanxane
Kategorî
Werger
Rûpel
Sal
Ziman
Isbn

Gihandin

Marshallstraße, 10 35394 Gießen.Hemî siparîş bi hejmareka DHL’yê ya şopandinê tên şandin. Kargoya siparîşên di ser 50 € re her car belaş e. Di dema erzankirin û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe. Di dema firotina bierzanî û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe.

Vegerandin

Mak pirtûk, di navbera 30 rojên kirînê de (14 rojên di dema firotanê de) guhertin û paşvegerandina berhemên xisarnedîtî qebûl dike, (lê) bi şertê hûn meqbûza resen nîşan bidin. Li welatê ku danûstandin lê hatîye kirin, li her dikana xwe, em vê xizmetê ji we re dikin. Karê paşvegerandina we bi pirranî di navbera hefteyekê an hefte û nîvekê tê kirin. Piştî me kar û barê paşvegerandina we temam kir, em ê ji we re emaîla agahdarkirinê bişînin. Piştî ku me karê paşvegerandinê dest pê kir, ji kerema xwe ji rojekê heta 3 rojên karî, xwe li me ragirin heta ku em paşvegerandinê digihînin forma resen a peredayînê.

Alîkarî

Eger pirseka te an şayîşeka te he be, haya me jê çêbike. Email: info@makpirtuk.de Telefon: (+49)-1575 0649613