Kurdên Azirbêcanê

6,99  5,94 
-15% Erzanî

ISBN: 9786058140820

40% Serkeftina Hilberê

Kargoya belaş

Kirîna ewledar

SKULIS-075
Status3 Di stokê de hene
Categories,
Pirtûkeke balkêş û belgeyeke dîrokî. Ev pirtûk ji nûsafa lijneya lêkolînê ya ku di sala 1931’an de hatiye peywirdarkirin, pêk tê. A. Bukşpan bi xwe serokê vê komîsyonê bûye. Nûsaf piştî ku hatiye temamkirin di sala 1932’yan de wek pirtûk hatiye çapkirin. Nivîskarê pirtûkê di pêşgotina xwe de der heqê pêvajoya xebata lijneyê de agahî daye. Yek ji endamên lijneyê jî Îsahak Morogûlov e ku kesên têkildarî xebatên zimanê kurdî wî û keda wî baş nas dikin.
Profesor Şekroyê Xudo jî ji bo vê pirtûkê pêşgotinek nivîsîye. Di vê pêşgotinê de jî tiştên ku di pirtûkê de nehatine gotin û pêvajoya piştî çapkirina pirtûkê hatine vegotin ku ev jî pirtûkê ji alîyekî din ve temam dike û dike ku xwîner pirtûkê û xebata ku jê re bûye bingeh baştir têbigihîje
Der heqê Kurdên Kafkasyayê de gelek lêkolîn hatine kirin, tên kirin û gelek agahî jî hîna nû dertên holê. Bêguman rewşa kurdên Kafkasyayê li her welatî (komarên berê) cuda ye. Der heqê hinekan de gelek agahî hene û der heqê hinekan de jî zêdetir gotegot. Ev berhem ne li gor gotegotan lê rasterast li ser bingeha çavdêrî û xebateke qadê ya şênber hatiye amadekirin. Ev yek jî girîngîya berhemê zêde dike.Di pirtûkê de rewşa Kurdên Azirbêcanê ji gelek alîyan ve hatiye nirxandin û agahî hatine dayîn. Kurdên Azirbêcanê kî ne, ji ku hatine, li ku dimînin, bi çi karî re mijûl dibin, têkilîyên wan ên bi derdora wan re û gelek agahîyên din hûn ê di vê pirtûkê de bibînin. Em bawer in dê bi xwendina vê pirtûkê wêneyekî nû yê Kurdên azirbêcanê û Kurdên Kafkasyayê di hişê we de pêk bê.Alîyekî vê pirtûkê yê balkêş jî ew e ku tenê qala kurdan nake, di heman demê de der barê nêrîn û polîtîkayên Sovyetê yên giştî û yên komaran de jî agahîyan dide. Mirov bi hêsanî dikare nêrîn û nêzîkahîyên wan ên li bûyerên serdemê jî fam bike. Pirtûk bi rûpelên xwe hindik e lê kêmasîyeke girîng ji holê radike û valahîyekê dadigire.

Agahî

Weight 0,25 lbs
Nivîskar
Weşanxane
Rûpel
Sal
Ziman
Pîvan
Isbn

Gihandin

Marshallstraße, 10 35394 Gießen.Hemî siparîş bi hejmareka DHL’yê ya şopandinê tên şandin. Kargoya siparîşên di ser 50 € re her car belaş e. Di dema erzankirin û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe. Di dema firotina bierzanî û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe.

Vegerandin

Mak pirtûk, di navbera 30 rojên kirînê de (14 rojên di dema firotanê de) guhertin û paşvegerandina berhemên xisarnedîtî qebûl dike, (lê) bi şertê hûn meqbûza resen nîşan bidin. Li welatê ku danûstandin lê hatîye kirin, li her dikana xwe, em vê xizmetê ji we re dikin. Karê paşvegerandina we bi pirranî di navbera hefteyekê an hefte û nîvekê tê kirin. Piştî me kar û barê paşvegerandina we temam kir, em ê ji we re emaîla agahdarkirinê bişînin. Piştî ku me karê paşvegerandinê dest pê kir, ji kerema xwe ji rojekê heta 3 rojên karî, xwe li me ragirin heta ku em paşvegerandinê digihînin forma resen a peredayînê.

Alîkarî

Eger pirseka te an şayîşeka te he be, haya me jê çêbike. Email: info@makpirtuk.de Telefon: (+49)-1575 0649613