Li bakurê cîhana me, li devereke sar û seqem, welatekî bi navê Swêd, welatekî mişt gelî û newal, daristanên gurr, berf, li herêmine wê, jiyaneke dijwar. Destpêka sedsala çûyî, li Swêdê, li devereke wiha, zarokekî bi navê Martin, bêyî ku destûra wî ya hilbijartin an jî hilnebijartina vê yekê hebe, ji dayîk dibe, dikeve cîhaneke ku dilê wî birîndar dike. Malbata wî ji hev belav dibe, her yek bi derekê de diterqe. “Bavê min mir û dayîka min jî çû Californiayê,” dibêje Martinê biçûk bi dilşewatî, li ber rehma şaredarî û dam û dezgehên Swêdê yên wê demê, yên ku ji zarokên sêwî û bêkes berpirsiyar in, ji malekê totî maleke din dibe, ji qesreke mişt zilm û zordarî direve qesreke din, li dilovaniyê, li dilnermiyê û li gelek hestên mirovane yên din digere, van yekan li tu ciyekî peyda nake. Bi tenê giyanê Ineza xwîşka wî ya ji ber nexweşiyê û xizaniyê mirî caran bi hewara wî ve tê û yek jî, di dawiyê de, Xatûn Tyraya dilovan a yek ji berpirsên mala xizanan, ku ew jî li jêr wan şert û mercên dijwar, ji ber nexweşiyê ji nişkê ve dimire, Martin tenê dihêle.
Ji Harry Martinsonê romannûs û helbestkarê Swêdî (xelatgirê Xelata Nobelê ya Wêjeyê ya sala 1974’an, li gel Eyvind Johnson) romaneke diltezîn a ku mîna gezgezkan mirov gez dike, ku bi gelek hêmanên otobiyografîk hatiye nivîsandin, di paşxaneya çîroka kurekî derbider de dîroka welatekî wekî Swêdê ya wê demê heye. Hûn ê nikaribin çîroka Martinê ku dibêje, “Bavê min mir û dayîka min jî çû Californiayê,” ji bîr bikin.