Korerê

6,99  5,94 
-15% Erzanî

ISBN: 9786059014137

40% Serkeftina Hilberê

Kargoya belaş

Kirîna ewledar

SKULIS-179
Status2 Di stokê de hene
Categories
Jîyan rêyeke dirêj e. Di vê rêyê de gelek korerê hene ku rêwîyên daye serê û hew dikarin jê vegerin. Di vê rêwîtîyê de bidestxistina mirazan gelekî kêm û zehmet e. Di têkçûnê de korerê, di tenêtîyê de, di evînê de, di hevaltî û dostanîyê de, li hemberî mirinê, di mezinbûnê de korerê her hene. Di her qadek û danekî jîyanê de korerêyek heye û kesê ku berê wî neketibiyê nîne.
Ev kêlîk û demên têkçûnê kakilê “Korerê”yê ne. Korerê li ser bingeheke melankolî lê ne melodramî hatiye lêkirin. Di “Korerê”yê de li gel çanda xwemalî, xwegihandina çîroka cîhanê jî wekî hewldaneke berbiçav toximên xwe reşandine. Yanî şêweyê jîyana herêmî û pejnên çandên dûr û berbelav hene ku ev hevkelijandin gelekî li bejna çîrokan hatiye. Şopên nîhîlîzma Beckett, fantaztîzma Borges, û hûrbijarîya çîroknûsên Tirk ên nifşê pêncî di çîrokên Brahîm Ronîzêr de hene.
Korerê ji kêlîkên jîyana nûjen pêk tê, ji kêlîkên mirovên bêhnteg û bi tenê. Ji wêneyên jîyana civakî û ya takekesî. Ronîzêr, van kêlîkan, bêhtir jî van êşan carinan wekî wêneyekî rengîn û carinan wekî wêneyekî reş û spî radixe ber çavan. Di vê rêwîtîyê de carinan guveguva bayê jîyana rasteqîn dibe melodîyek û tê guhên me û carinan jî der û dergehên asoyeke bêserûber li ber me vedibin; asoyeke hêmayî…Korerê ji du beşan pêk tê; beşê pêşî yê “Korerê”yê ji heft çîrokan pêk tê, beşê duyem “Wêneçîrok” jî ji duwazdeh çîrokan pêk tê. Çîrokên di “Korerê”yê de bi giştî kurt û sade ne, heta mirov dikare çîrokên di beşê “Wêneçîrok”ê de mînîmal jî bihesibîne. Her weha kurtebêjî taybetîyeke sereke ya van çîrokan e. Mirov dikare bibêje ku çîrok ji zêdebarîyan azad in, tu zimangiranî û zimandirêjî di çîrokan de peyda nabe. Di vê pirtûkê de her sê stûnên bingehîn ên hûnerê bi hev re tên avêtin: Resenî, azadî, afirînerî.Gava çîrokên “Korerê”yê bi rêzê bên xwendin, tehma jîyaneke ji zaroktîyê heta bi pîrîtîyê hevgirtî, tehma romanekê jî didin mirov.

Agahî

Weight 0,15 lbs
Nivîskar
Weşanxane
Isbn
Pîvan
Rûpel
Ziman

Gihandin

Gryphiusweg 12 68307 Mannheim.Hemî siparîş bi hejmareka DHL’yê ya şopandinê tên şandin. Kargoya siparîşên di ser 19.99 € re her car belaş e. Di dema erzankirin û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe. Di dema firotina bierzanî û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe.

Vegerandin

Mak pirtûk, di navbera 30 rojên kirînê de (14 rojên di dema firotanê de) guhertin û paşvegerandina berhemên xisarnedîtî qebûl dike, (lê) bi şertê hûn meqbûza resen nîşan bidin. Li welatê ku danûstandin lê hatîye kirin, li her dikana xwe, em vê xizmetê ji we re dikin. Karê paşvegerandina we bi pirranî di navbera hefteyekê an hefte û nîvekê tê kirin. Piştî me kar û barê paşvegerandina we temam kir, em ê ji we re emaîla agahdarkirinê bişînin. Piştî ku me karê paşvegerandinê dest pê kir, ji kerema xwe ji rojekê heta 3 rojên karî, xwe li me ragirin heta ku em paşvegerandinê digihînin forma resen a peredayînê.

Alîkarî

Eger pirseka te an şayîşeka te he be, haya me jê çêbike. Email: info@makpirtuk.de Telefon: (+49)-1575 0649613

Berhemên Nîvîskar