Komara Demokratîk A Kurdistanê

7,59  7,06 

ISBN: 9786057535719

40% Serkeftina Hilberê

Kargoya belaş

Kirîna ewledar

SKULIS-131
Status2 Di stokê de hene
Kategorî
Komara Demokratîk a Kurdistanê, tevî ku ji heftê salan zêdetir dem di ser re derbas bûye jî wekî mijareke aktuel her tim di rojeva Kurdan de ye. Li gel vê rewşê jî agahîyên der bare wê de hê sererast nebûne û wekî çavkanî hê em diçin serî li çavkanîyên bîyanîyan didin. Ev berhem jî îtiraza vê rewşê ye. Li hemberî çewtî û hewldanên berevajîkirina rastîyan radibe û dibêje: Ez ê jî tiştekî bibêjim!
Nivîskarê ku wekî ciwanekî çalak beşdarî vê pêvajoyê û pêvajoya piştî wê bûye, berî ku qala Komarê bike paşxaneya nêzîk vedibêje. Hem polîtîkayên dewleta Îranê û hem jî nerazîbûnên Kurdan ên li hemberî van polîtîkayan. Rewşa aborî, civakî û sîyasî a Îranê û Kurdistanê radixe ber çavan. Rêxistina JÊKAF’ê ku aktora sereke a vê pêvajoyê ye, damezirandina Partîya Demokrat a Kurdistanê, daxuyandina Komarê, kes û komên ku tê de cî digirin, kar û xebatên ku hatine kirin û ên ku nehatine kirin an jî demê têr nekiriye, qelsî û kêmasîyên ku bûne sedema têkçûnê…Taybetîyeke din a vê berhemê jî ew e ku nivîskar vegotineke req û rijî hilnebijartiye. Hinekî rewş bi rêya helbestan vegotiye. Bûyerên ku bandorê li jîyana gel a rojane dikin vedibêje. Ên ku dixwazin der bare Komara Demokratîk a Kurdistanê/Mahabadê de gotineke cuda bibihîzin, fermo vê pirtûkê bixwînin.

Agahî

Weight 0,15 lbs
Nivîskar
Weşanxane
Kategorî
Isbn
Pîvan
Rûpel
Sal
Werger
Ziman

Gihandin

Marshallstraße, 10 35394 Gießen.Hemî siparîş bi hejmareka DHL’yê ya şopandinê tên şandin. Kargoya siparîşên di ser 50 € re her car belaş e. Di dema erzankirin û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe. Di dema firotina bierzanî û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe.

Vegerandin

Mak pirtûk, di navbera 30 rojên kirînê de (14 rojên di dema firotanê de) guhertin û paşvegerandina berhemên xisarnedîtî qebûl dike, (lê) bi şertê hûn meqbûza resen nîşan bidin. Li welatê ku danûstandin lê hatîye kirin, li her dikana xwe, em vê xizmetê ji we re dikin. Karê paşvegerandina we bi pirranî di navbera hefteyekê an hefte û nîvekê tê kirin. Piştî me kar û barê paşvegerandina we temam kir, em ê ji we re emaîla agahdarkirinê bişînin. Piştî ku me karê paşvegerandinê dest pê kir, ji kerema xwe ji rojekê heta 3 rojên karî, xwe li me ragirin heta ku em paşvegerandinê digihînin forma resen a peredayînê.

Alîkarî

Eger pirseka te an şayîşeka te he be, haya me jê çêbike. Email: info@makpirtuk.de Telefon: (+49)-1575 0649613