Kîtab-u D-dur-îl-e’la Fî Îlm-ît-tecwîd-î-Mela Xelîlê Sêrtî
“Ev nezmê tecwîdê me îmla kir ji bo etfalê pak
Da ew bixwunin her zeman ezmanê wan carî bibî.”
Di warê olnasîyê de, di beşê xweşxwendina Quranê de, cara yekem Seyda Mela Xelîlê Sêrtî nivîsandibû. Zatê duyemîn, rêwîyê vê rêyê û zanayê vî ilmê ku wacib e mirov hîn bike, Seyda Licêyî ye. Ev kitêb, rexneyên salan e dirêjî medreseyên Kurd di nav xwe digire. Seyda bi zimanekî fesîh û rewneq ev rexne ji meydanê radike.
Li ba rewşenbîrên Kurd, her tim xwendevanên zarok li ber çawan bûne. Çima? Çimkî ev berhem bi xwe jî ji bona sebîyan hatiye hûnandin û şirovekirin.
Her çend Seyda bi zimanê zarokan telqîn kiribe, lê di eynî demê de hewcedarîya biçûk û mezinê Kurdan ên dîndar tevekan pê heye. Şagirdên nû ku dest bi xwendina Quranê dikin, lazim e ku van meseleyên tecwîdê baş binasin. Ji ber vê yekê, xwendina wan xweş û rindtir dibe.
Hemû suxte û feqîyên nûhatî divê, ji dêvla kitêbên Ereb û Tirkan, vê kitêba şîrîn a Kurdî bixwînin û ezber bikin.
Ji bo hemû berhemên lîs Yayınları vir bitikînin
Ji bo hemû berhemên Mela Xelîlê Sêrtî vir bitikînin