Kêşana Karên Kurdî-Berhema Mela Mehmûdê Bazîdiyî
Berhema Mela Mehmûdê Bazidîyî, ku ji bo hînkirina kurdî hatîye amadekirin, yek ji girîngtirîn berheman e ku di koleksîyona Aleksandre Jabayî da cih girtîye. Di vê xebata Bazidîyî da, çar beş hene: beşa yekem nirxandina berhemê, beşa duyem metina berhemê ya sadekirî, beşa sêyem metina berhemê ya latînîzekirî û beşa çarem kopîya orjînal ya berhemê ye.
Di vê berhema tematîk da, ji bilî morfolojîya karên kurdî, li ser sentaksa kurdî agahîyan giring hene.
Nirxandin – Metina Sadekirî, Latinîzekirî – Faksîmîle:
Mikail Bülbül ● Di sala 1978an da li Qosara Mêrdînê çêbûye. Mastera wî li Zanîngeha Mardin Artukluyê, li ser edebîyata kurdî ye. Li Zanîngeha Zaxoyê li ser sentaksa kurmancî doktora kirîye. Di salên 2012-2017an da li Zanîngeha Mardin Artukluyê wekî mamosteyê beşa kurdî xebitî.
Mustafa Öztürk ● Di sala 1980yî da li Qosara Mêrdînê çêbûye. Perwerdehîya xwe ya bilind li ser edebîyata tirkî qedandîye. Di navbera salên 2002 û 2015an da mamostetîya ziman û edebîyata tirkî kirîye. Ji 2015an vir ve li Zanîngeha Mardin Artukluyê mamostetîya ziman û edebîyata kurdî dike. Hîn jî di qadên edebîyata kurdî, tirkî û berawirdkirina van her du edebîyatan da, xebatên xwe yên akademîk didomîne.
Ji bo hemû berhemên Weqfa Mezopotamya vir bitikînin
Ji bo hemû berhemên Mela Mehmûdê Bazidî vir bitikînin