Kefaret

5,46  -10% 4,91 

ISBN: 9786054497331

40% Serkeftina Hilberê

Kargoya belaş

Kirîna ewledar

SKULIS432
Status2 Di stokê de hene
Categories

Sedat Yurtdaşê nivîskar bi pirtûka xwe ya kurteçîrokan a duduyan, Kefaretê ve, çavdêrî û têçespanên xwe, bêyî ku li dora peyvê bigere, bi şêweyekî rasterê, her wekî ku bûyer û qewaman bandor li ser hiştine, vedibêje. Yurtdaş bi pênûsa xwe ya asanbêj ve gava ku vê yekê dike jî, hewcetiyê pê nabîne ku xwe li paş zimên veşêre; lewma jî vegotina xwe bi zimanekî rewan û nêzîkî zimanê rojane ava dike da ku em bikaribin ji xema wî fam bikin. Çîroknûs serboriyên mirovan û çavdêriyên ku kirine, piştî dawerivandina di sefoka hiş û bîra xwe re, bêyî ku xwe ji rastkînotiya jiyanê bide alî, bi awayekî dîtir û ji nû ve saz dike û di gel qehirîn, hêrsbûn, hezkirin, acizbûn, lixwemikurhatin, bêbextîkirin, lixwepoşmanî û xweşbîniyê, ku hest û nestên mirovane ne, vedibêje û bala xwendevanan dibe ser sedem û encamên çîrokan.

Kefareta Sedat Yurtdaş sê kurteçîrokên bi navê Çîroka Şewitandinê (ji çar beşan pêk tê), Kefaret û Sefer bi xwe ve digire. Kefaret awêneyek e, ku serpêhatîne takekesî yên civakî û polîtîk tê re têne xuyanê û şewqa xwe didine ser qûçên kurteçîroka bi Kurdî ya nûjen.

Agahî

Weight 0,12 lbs
Nivîskar
Weşanxane
Rûpel
Sal
Isbn
Ziman

Gihandin

Marshallstraße, 10 35394 Gießen.Hemî siparîş bi hejmareka DHL’yê ya şopandinê tên şandin. Kargoya siparîşên di ser 50 € re her car belaş e. Di dema erzankirin û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe. Di dema firotina bierzanî û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe.

Vegerandin

Mak pirtûk, di navbera 30 rojên kirînê de (14 rojên di dema firotanê de) guhertin û paşvegerandina berhemên xisarnedîtî qebûl dike, (lê) bi şertê hûn meqbûza resen nîşan bidin. Li welatê ku danûstandin lê hatîye kirin, li her dikana xwe, em vê xizmetê ji we re dikin. Karê paşvegerandina we bi pirranî di navbera hefteyekê an hefte û nîvekê tê kirin. Piştî me kar û barê paşvegerandina we temam kir, em ê ji we re emaîla agahdarkirinê bişînin. Piştî ku me karê paşvegerandinê dest pê kir, ji kerema xwe ji rojekê heta 3 rojên karî, xwe li me ragirin heta ku em paşvegerandinê digihînin forma resen a peredayînê.

Alîkarî

Eger pirseka te an şayîşeka te he be, haya me jê çêbike. Email: info@makpirtuk.de Telefon: (+49)-1575 0649613