Jînevîn

15,28 

ISBN: 9786057351982

2 Di stokê de he ne

40% Serkeftina Hilberê

Kargoya belaş

Kirîna ewledar

SKUNA130
Categories

“Di vê romanê da ligel berxwedanê qêrîn û feryada civateke qedîm bilind dibe, Komek însanên Zerdeştî û Ezîdî dixwazin hikmê bêdengiya jiyanê bişkênin, çerxa felekê perçe bikin, ew hest û ramanên hezkirina jiyanê bidin xuyakirin û ji ber ku welatê wan hatiye dagirkirin, dixwazin şîverêkekê di binê erdê de, ji jiyan û evînên azad re vebikin. Lewma civat weke pepûleyên şevê, li şûna ku ji xwe re li çirayekê bigerin, neçar in ku, bi enerjiya ku ji rojê digrin, di tarîtiyê de bikin şewqa ku, me jî ronî bike  û bi vê ronkahiyê ve di şîverêka têkoşina xwe de bimeşine.”

***

Gelo, karakterên netewan jî heye? Heke mirov vê pirse ji xwe bike bê guman mikurhatinek dîrokîye ji bo pêşerojan.

Çi bawerîya olî yan jî çi berxwedanê netewekê, kevneşopîyên gelekî nîşanên taybetmendîyên karakterê wî, di qada jîyanê de dîyar e.

Ne îro ne jî duh, ji bo kurdan navê roja qîyametê, “komkujî” ye bi destê neyarên qewmê çîyayî hîn jî berdewam e.

Bêtîfaqîyê herdem pîşta wan şikandîye, nakokî bûye amûra xirabîyê ketîye destê neyaran, weke şûrê li ser serê Demokles hîn jî li ser serên wan e.

Ev berhem belgeyek e, pelên dîrokê yên qirêj diçirîne û dibe şîmaqek xwe li rûyê şaristanîyê dixe.

Wekî tê zanîn her dawîya demekê despêkekê bi xwe re tîne, şikefteke xalî dibe vejîna pêxemberekî. Ahura Mazda ji çîyayê Elbrûzê heya Şengalê roj wekî taca zêrîn bi rêbertîya Zerdeştê Kal dîyarî gelên Mîtrayî kirîye.

Hîn jî di guhê gelên Êzdî de fermanên Yezdanê dilovan e li Avesta ya pîroz neqişandîye û bi vê zanistîyê ji bo agirê jîyanê herdem vêxistî bimîne, Êzîdxanê tim li ser pîya be û çiraya Laleşa Nûranî tim vêxistîbe.

Nivîskar bi vê berhema xwe; me bi kevneşopîyên civata Êzdî dihisîne, jîyaneke bi rûmet û hevpar çawa pêkbîne, bi pêşengîya jinê bi bawerkirina rastîya jîyana ekolojîk çawa ji nû ve avadibe li ber çavan raxistîye.

Gula Almastê

 

 

Agahî

Weight 0,40 lbs
Nivîskar
Weşanxane
Kategorî ,
Rûpel
Sal
Isbn
Ziman

Gihandin

Marshallstraße, 10 35394 Gießen.Hemî siparîş bi hejmareka DHL’yê ya şopandinê tên şandin. Kargoya siparîşên di ser 50 € re her car belaş e. Di dema erzankirin û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe. Di dema firotina bierzanî û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe.

Vegerandin

Mak pirtûk, di navbera 30 rojên kirînê de (14 rojên di dema firotanê de) guhertin û paşvegerandina berhemên xisarnedîtî qebûl dike, (lê) bi şertê hûn meqbûza resen nîşan bidin. Li welatê ku danûstandin lê hatîye kirin, li her dikana xwe, em vê xizmetê ji we re dikin. Karê paşvegerandina we bi pirranî di navbera hefteyekê an hefte û nîvekê tê kirin. Piştî me kar û barê paşvegerandina we temam kir, em ê ji we re emaîla agahdarkirinê bişînin. Piştî ku me karê paşvegerandinê dest pê kir, ji kerema xwe ji rojekê heta 3 rojên karî, xwe li me ragirin heta ku em paşvegerandinê digihînin forma resen a peredayînê.

Alîkarî

Eger pirseka te an şayîşeka te he be, haya me jê çêbike. Email: info@makpirtuk.de Telefon: (+49)-1575 0649613