Ji Siwêrekê Heta Stockholmê (Bîranînên misyonerekî kurd)

13,90  -10% 12,51 

ISBN: 9786258383546

40% Serkeftina Hilberê

Kargoya belaş

Kirîna ewledar

SKUavesta584
Status2 Di stokê de hene
Keya Îzol yek ji damezrênerên Federasyona Kurd li Swêdê ye. Di navbera salên 1981 û 2020an de, di serdemên cuda de 16 salan serokatiya Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê kiriye. Di nav wan salan de wek serokê Federasyonê di gelek bûyerên dîrokî yên wek kuştina Serokwezîrê Swêdê Olof Palme, Komkujiya Helebçe, kuştina du keçên kurd Pela û Fadîme ji ber sedemên namûsê, kuştina Wezîra Derve ya Swêdê Anna Lindh û gelek bûyerên din de roleke aktîf dilîze. Di gelek malperên kurdî de makaleyên wî yên bi zimanê kurdî hatine weşandin. Di çapemeniya Swêd de jî gelek makaleyên wî li rojnameya SVD, Expressen, Aftonbladet, ETC, Arbetaren de ha- tine weşandin. Gelek caran li ser pirsên siyasî û civakî derketiye televizyonên swêdî û kurdî. Keya Îzol di demên cuda de berpirsiyartiya fermî ya kovarên Armanc, Berbang, Hevî û Weşanxaneya Çanda Kurdî ya ku yekem car pirtûkên swêdî yên zarokan wergerand bo zimanê kurdî, kiriye. Keya Îzol li ser pirsa kurd sê tezên zanîngehê nivîsandine û bi navê “Dengê me paşeroja me ye” raporek derheq ”çanda namûsê” nivisiye. Îzol di heman demê de yek ji damezrênerê Konfederasyona Kurdên Dîaspora – DIAKURD e.
Bîranînên Keya Îzol ne tenê qeyda 50-60 salên dawî ye, bala me dide bûyerên girîng û gelek xalên ku nayên zanîn, ronî dike.
“…Xeta sereke ya bîranînên min di rastiyê de du qonaxên giring ên jiyana min vedihewîne. Ya yekem salên zarokatiyê heya lîseyê, ya duyem jî piştî sala 1974an vir ve ye. Serdema duyemîn bi giranî behsa salên min ên xebata siyasî/demokratîk dike. Min xwest naveroka bûyerên giring ên herdu serdeman bên zanîn û tecrûbeyên ku di encama van bûyeran de hatine bidestxistin bi xwendevanê xwe re parve bikim. Bi taybetî jî xebatên kurdên dîasporayê pir giring e. Nemaze nifşên nû divê zanibe ev pêvajo çawa dest pê kir, ji kîjan merheleyan derbas bû, pêşketin û astengên wê demê çi bûn?”

Agahî

Weight 0,40 lbs
Nivîskar
Weşanxane
Rûpel
Sal
Ziman
Pîvan
Isbn

Gihandin

Marshallstraße, 10 35394 Gießen.Hemî siparîş bi hejmareka DHL’yê ya şopandinê tên şandin. Kargoya siparîşên di ser 50 € re her car belaş e. Di dema erzankirin û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe. Di dema firotina bierzanî û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe.

Vegerandin

Mak pirtûk, di navbera 30 rojên kirînê de (14 rojên di dema firotanê de) guhertin û paşvegerandina berhemên xisarnedîtî qebûl dike, (lê) bi şertê hûn meqbûza resen nîşan bidin. Li welatê ku danûstandin lê hatîye kirin, li her dikana xwe, em vê xizmetê ji we re dikin. Karê paşvegerandina we bi pirranî di navbera hefteyekê an hefte û nîvekê tê kirin. Piştî me kar û barê paşvegerandina we temam kir, em ê ji we re emaîla agahdarkirinê bişînin. Piştî ku me karê paşvegerandinê dest pê kir, ji kerema xwe ji rojekê heta 3 rojên karî, xwe li me ragirin heta ku em paşvegerandinê digihînin forma resen a peredayînê.

Alîkarî

Eger pirseka te an şayîşeka te he be, haya me jê çêbike. Email: info@makpirtuk.de Telefon: (+49)-1575 0649613