Hînker 2 – Ronahî Onen & Samî Tan
Ev pirtûka li ber destên we, pirtûka asta duyemîn a setekê ye.
Bi vê pirtûka asta duyemîn, kesên ku Hînker Kurmancî aste yekemîn qedandibin, karibin kurmanciya xwe bigihînin asteke bilindtir. Her wiha, ew kesên ku bi kurmanciya devkî dizanin, dê hînî rêgez û rêzikên kurmanciya nivîskî bibin.
Di vê pirtûkê de, li gel zimanê nivîskî, qalib û şayese kurmanciya gelêrî bingeh hatine girtin û deqên otantîk lê hatine zêdekirin. Ev pirtûk dê bi rênîşanderiya mamosteyan, xwendekarên zimanê kurdî bigihîne asta sêyemîn.
Di vê pirtûkê de şunên hêja hene:
- Diyalog û nivîsên li gorî pêdiviyê
- Pirs û xaçepirsên bikaranîna zimanê kurdî
- Mijarên rêzimanî û hîndariyên têkildarî wan
- Li dawiya her unîteyê spartekên bi hîndariyên cur bi cur
- Nimûneyên bikêr ji stran, helbest û zargotina kurdî, danasîna çand, dîrok û wêjeya kurdî
- Lîsteya lêkeran bi kişandina li gorî dema borî, dema niha û raweya fermanî
- Bersivdanka hîndarî û spartekan
- Taybetiyên zimanê kurdî
- Dengên bingehîn ên kurdî bi Alfabeya Navneteweyî ya Fonetîk (IPA)
Hûn dixwazin kurdî zû fêr bibin lê çavkaniyê kêrhatî li ber destê we nîne?
Bi Seta Hînkerê re ev problem ji binî de çareser dibe. Xebata ku ji aliyê mamosteyên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ve li gor qaideyên fêrkirina ziman hatiye amadekirin. Bi vegêraneke hêsan û kêrhatî ya mijarên rêzimanê, bi pirs, rahênan, dîmen û lîstikên ku mirov li kurdî germ dikin, ev kitêb dê bibe mifteyek xweşik bo hînbûna kurdî. Kurdî ti carî ewqasî bikêfxweşî û zû nehatibû fêrkirin.
Keremkin hûn bi xwe Hînker 2 tecrube bikin!
Ji bo hemû berhemên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê vir bitikînin
Ji bo hemû berhemên Hînbûna Kurdî vir bitikînin