“Şiîrên Peşêw, bi giştî deşteke bêsînor, bihuşteke
fireh û dojeheke bêbinî ye.”
Prof. Maruf Xaznedar, Karwan (Kurdi) Jiyana gelê Kurdên bindest dijwar e, lê tiştê dilxweşker ev e ku
” çavkaniyeke bihêz û şaîrekî bêtirs ê Kurdan heye li Helsinkiyê.” ”
Nivîskarê Finlandi Simokka Virkulla, Aamulehti (Finlandî) Ew (Peşêw), di nava şaîrên azadnivîs de, bi raya min, pêşeng e.”
Hejar Mukiryanî, Keyhan (Farisî) “Abdulla Peşêw, yek ji şaîrên herî xoşewîst ê gelê xwe ye.” Şaîrê Iranî Seyid Ali Salihî, Dunya-î Suxen (Farisî)
“Abdulla Peşêw, ger ku helbestvanê Kurd ê herî baş û xoşewîst nîn be, guman tê de tune ye ku ew yek ji şaîrên xoşewîsttirîn ên çar perçeyên Kurdistanê ye.”
Kar (Farisî)
“Abdulla Peşêw, stêrka geş e li ser kelehan” Şêrko Bêkes, Rovar (Kurdî)
Helbestkar gava ku biçûk bû jî “ax” xwariye û mezin bûye jî dîsa “ax”ê dixwe. Belê mêrik hey “ax” xwariye, lê axa welatê xwe,
gava dîtiye ku hinekan ew ax êşandiye ew jî pê re êşiyaye, pê re têkoşiyaye, ji ber ku ew yê axê bûye û ax jî ya wî bûye, ango ew ji hevdu bûne, ango ew yên hevdu bûne. Xwariye-nexwariye jê têr nebûye, heger hûn helbestên ji axê meraq dikin bê ka tahma wan çawa ye, fermo hilbijartinên Abdulla Peşêw’î bixwînin, an jî “bixwin”.
Deverên ku ew çûyê, yên weke Moskow, Trablús, London û
Helsinkiyê… li her qonaxê, li her bajarî “ax”a ku bi xwe re biriye ji bêrîka xwe derxistiye, pîvazek ji wan bajaran deyn kiriye û wî herdu bi hev re xwarine û di ser de jî qedeheke “bêrî” bi ser
xwe de dakiriye; jixwe ev taybetmendî giş yên “helbestkarên welatan” bi xwe ne.