Hîç – Sî – Saya-M. Zahir Kayan
Gava ku te got Hîç (0),
Tu qala destpêk dibûyî — destpêka çêbûnê,
Destpêka jihevguherînê, destpêka jihevzayînê,
Destpêka jihevpirrbûnê.
Gava ku te got Hîç (0),
Tu qala nîşan, vetîre, neqş û şewqek dibî,
Lew em hemû bi xwe asê dibin li “Wir”ê (0),
“Wir”ê (0) — çar pêvajoya yanzde-astî ya Hîçê.
Diqelibin, diheyîrin, diponijin, difikirin.
Li hemberî têgihîştina “Wir”ê (0) em hemû
melekeyên fêrsî, yek bi yek, derdixînin pêş.
Gava te got Hîç (0),
Tu qala tiştekî nehênî dibî,
Tiştekî ku heya radeyekê tu nikarî bibzanî.
Gava te got Hîç (0),
Tu qala van tiştinê dibî:
Yên di nav çarçoveya nezanînê de ne,
Yên di nav mija ferasetê de ne.
Gava te got Hîç (0),
Tu qala rasteqîniyên şênber dibî,
Yên ku bi zanistiyê tenê nizanînê nakî.
●
Tu qala ew têgihên heyeneheyewêday dibî —
Vê yekê ku navê wê ye: Hîçê (0).
Ji bo hemû berhemên Nûbihar Yayınları vir bitikînin
Ji bo hemû berhemên M. Zahir Kayan vir bitikînin
Gihandin
Gryphiusweg 12 68307 Mannheim.Hemî siparîş bi hejmareka DHL’yê ya şopandinê tên şandin. Kargoya siparîşên di ser 19.99 € re her car belaş e. Di dema erzankirin û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe. Di dema firotina bierzanî û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe.
Vegerandin
Mak pirtûk, di navbera 30 rojên kirînê de (14 rojên di dema firotanê de) guhertin û paşvegerandina berhemên xisarnedîtî qebûl dike, (lê) bi şertê hûn meqbûza resen nîşan bidin. Li welatê ku danûstandin lê hatîye kirin, li her dikana xwe, em vê xizmetê ji we re dikin. Karê paşvegerandina we bi pirranî di navbera hefteyekê an hefte û nîvekê tê kirin. Piştî me kar û barê paşvegerandina we temam kir, em ê ji we re emaîla agahdarkirinê bişînin. Piştî ku me karê paşvegerandinê dest pê kir, ji kerema xwe ji rojekê heta 3 rojên karî, xwe li me ragirin heta ku em paşvegerandinê digihînin forma resen a peredayînê.
Alîkarî
Eger pirseka te an şayîşeka te he be, haya me jê çêbike. Email: info@makpirtuk.de Telefon: (+49)-1575 0649613